Cezayê Hevserokê Şaredariya Colemêrgê hat erêkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mehmet Siddik Akiş Şaredariya Colemêrgê Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza ku Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji nû ve dihat darizandin de biryar hat dayîn.

Di rûniştina biryarê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Colemêrgê de, cezayê 19 sal û 6 mehan ê ku berê dabûn Akiş careke din hat erêkirin.

Mehmet Siddik Akişê ku qeyûm li şûna wî hatibû danîn, 20ê Çiriya Paşîn a 2024an 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Li ser îtîrazê Daîreya 2yem a Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Wanê ev ceza betal kiribû.

Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê diyar kiribû ku darizandin li gorî usulê nehatiye kirin û mafê parastinê hatiye sînordarkirin.

Her wiha dadgehê destnîşan kiribû ku xebatên wî yên partiya siyasî wekî xebatên rêxistinê hatine dîtin.

Dadgehê bi van hincetan biryar betal kiribû û dosye vegerandibû dadgeha xwecihî.

Bi rêya SEGBÎSê beşdar bû

Mehmet Siddik Akiş 3yê Hezîrana 2024an hatibû desteserkirin û ji kar hatibû dûrxistin.

Rûniştina yekem a doza wî ya ku ji nû ve dihat darizandin 3yê Kanûna Pêşîn a 2025an hatibû kirin.

Rûniştina biryarê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Colemêrgê hat lidarxistin.

Mehmet Siddik Akişê girtî, ji girtîgehê bi rêya Sîstema Deng û Reng (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak, Birêvebiriya DEM Partiyê ya parêzgehê, malbat û parêzerên Akiş di rûniştinê de amade bûn.

Di doza ku Akiş jî di nav de 10 bersûc dihatin darizandin de, bersûc û parêzerên wan parastinên xwe yên berê ducare kirin û wan xwest ku ew werin beraetkirin.

Heyeta dadgehê piştî parastinan biryara xwe eşkere kir û cezayê 19 sal û 6 mehan ê Akiş ku berê hatibû dayîn erê kir.

"Em dê teslîmî vê zîhniyetê nebin"

Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Parlak bertekeke tund nîşanî biryarê da û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî belav kir:

“Mehmet Siddik Akiş di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de wekî hevserokê Şaredariya Colemêrgê hat hilbijartin.

Du meh pişt re qeyûm li şûna wî hat danîn û ew hat girtin. Di rûniştina îro de 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn.

Dewleta ku bi hefteyan e li Colemêrgê nikare rêyekê veke, dema mijar dibe xespkirina vîna gel û cezakirin bi hemû hêza xwe derdikeve holê.

Dema xizmên Serokê Bajar ê AK Partiyê li naverasta bajêr bi kilaşnîkofan guleyan berdidin xelkê, dewlet xwe li kerî û koriyê datîne lê barana cezayan bi ser nûnerên Kurdan de dibarîne.

Em dê teslîmî vê bêhiqûqiyê, vî aqlê dijminê Kurdan û vê zîhniyeta sabotekar nebin û em dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst