Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku ji bo doza Rojîn Kabaîşê tîmeke nû hat avakirin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, beriya Civîna Koma AK Partiyê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Akin Gurlek hem li ser doza Rojîn Kabaîşê hem jî li ser mijarên din ên di rojevê de daxuyanî dan.
Di doza Rojîn Kabaîşê de pêngaveke nû
Akin Gurlek diyar kir ku xebatên teknîk ên li ser doza Rojînê didomin.
Wî da zanîn ku ji bo di dozê de derbasî qonaxeke krîtîk bibin, divê şîfreya telefona wê were vekirin û got:
“Eger em karibin di doza Rojîn Kabaîşê de şîfreya telefonê vekin, em dê ji bo lêpirsînê derbasî qonaxeke girîng bibin.
Di vê çarçoveyê de me tîmeke navxweyî ava kir û em ji aliyê teknîkî ve dixebitin.”
Wî her wiha eşkere kir ku ew li benda encamên erênî ne.
632 dosye tên vekolîn
Akin Gurlek li ser lêpirsîna Gulistan Dokuyê jî axivî û amaje pê kir ku ev mijar xwedî hesasiyeteke civakî ye.
Gurlek da zanîn ku ji bo vekolîna dosyeyên "kiryarên wan ne diyar" komîteyeke taybet hatiye avakirin û got:
“Me 632 dosye ji dadgehên destpêkê kişandin, em wan vedikolin.
Ti garantî nîne ku dê teqez dosyayek were vekirin an jî kujerek derkeve holê.
Me ji bo Umut Altaş bultena sor derxistiye û em li benda radestkirina wî ne. Lêpirsîn didome.”
Zêdekirina cezayan ji bo sûcên li dijî zarokan di rojevê de ye
Gurlek her wiha eşkere kir ku ew amadehiya rêkxistineke nû dikin da ku cezayên ji bo sûcên li hemberî zarokan werin zêdekirin û anî zimên:
"Di Pakêta Darazê ya 12an de, dê ji bo zêdekirina cezayên sûcên li hemberî zarokan pêngaveke me hebe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse