Mistefa Hicrî: Berpirsatiyeke dîrokî dikeve ser milê te û dê serkeftî bî

29-05-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurd Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê PDKÎ HDKA Mistefa Hicrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKA ango PDKÎ) di peyamekê de bi helkefta hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand, “em piştrast in ku tu dê hemû şiyanên xwe bikar bînî daku vî erkê giran bi baştirîn şêwe pêk bihînî.”

 

Mistefa Hicrî di vê peyama xwe ya pîrozbahiyê de herwiha dibêje: “Di vî demi de ku xebata Kurd di hemû perçeyan de ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa di qonaxeke gelek hestyar re derbas dibe, hilbijartina we yê birêz ji aliyê parlamentoyê ve weke Serokê Herêma Kurdistanê, spardina erkekî giran e.”

 

Hicrî diyar dike ku Nêçîrvan Barzanî bi ezmûna xwe ya tijî û serkeftî dikare erkên xwe di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de û herwiha berpirsatiya xwe li hember tevgera Kurdî bi giştî, bi awayekê baş pê bîne û dibêje: “Lê belê em di vê baweriyê de ne, bi sûdwergirtina ji wê ezmûna berçav ku we di maweya salên serokatîkiina encûmena wezîrên Hikûmeta Herêmê de kom kiriye, û bi hestkirina bi vê berpirsatiya giring û dîrokî ya ku li ser asta tevgera Kurd dikeve ser milê we, hûn dê hemû şiyanên xwe bikar bînin.”

 

Berpirsê Giştî yê PDKÎyê destnîşan kiriye: “Em bi vê hilbijartina di cih de ya Parlamentoya Kurdistanê keyfxweş in û bi vê helkeftê ji aliyê xwe ve û tevahiya rêbertiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ji dil ve em pîrozbahiyê li we dikin û hêviya me serkeftina we ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst