Pisporên navdewletî: Ger Amerîka dest ji HSDê berde, dê hilweşîneke wek ya Efxanistanê çê bibe

29-05-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava HSD YPG Amerîka Tirkiye Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî analîstê lêkolînê Sam Haller, eger Amerîka pişta Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berde, dê hilweşîn û kaosa li Efxanistanê di demeke nêz de li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî çê bibe. Haller herwiha dibêje, ew wiha nafikire ku Amerîka pişta HSDê berde û rê bide Tirkiyê ku êrîşî wan bike.

Nivîskarekî rojnameya Financial Times a Amerîkî nivîsek bi navnîşana "Grûpeke Kurd çawa bû xala nakokiya ewlekarî ya di navbera Erdogan û rojava de?" belav kiriye û têde behsa daxuyaniyên Tirkiyê û gefên rayedarên wî welatî yên derbarê egera operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Di nivîsa rojnameyê de tê gotin, “Demeke dûr û dirêj e hêzên Kurdî li Sûriyê bûne xîmê serekî yê welatên rojava di têkoşîna li dijî DAIŞê de, lê belê dijminatiya Tirkiyê ya li hemberî van hêzan ne tenê aramiya Sûriyeyê, planên mezinbûna NATOyê jî dixe metirsiyê.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa astengkirina endamtiya Fînlanda û Swêdê di rêxistina NATOyê de xwariye, ji ber têkiliyên herdu welatan bi wan hêzên Kurdî re ku Enqere wan wek “metirsî li ser ewlehiya xwe ya neteweyî” dibîne.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzeke Kurdî ye li Rojavayê Kurdistanê ku bingeha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser wê hatiye avakirin û %80 şervanên HSDê yên YPGê ne. YPGê roleke serekî û akîtv di têkbirina DAIŞê û parastina ewlehiya navçeyên bakur û bakur rojhialtê Sûriyê de hebûye, bi awayekê ku Amerîka û hevpeymanên wê yên rojavayî û heta Erdogan bixwe jî baş nabînin ku ew hêz bi temamî ji holê rabin.

Di nivîsê de amaje bi gotina lêkolînvan û şarezayê siyasî Sam Haller ê ji saziya Century Basis a li New Yorkê dike ku dibêje, “Terikandina hêzên Kurdî li Sûriyê dibe ku bibe sedema hilweşîn û tundûtîjîyek kaotîk mîna ya ku me li Efxanistanê di 12 mehên dawî de dît. Ez bawer dikim ku ji bo Dewletên Yekbûyî (Amerîka) hilbijartinek weha bi tevahî ne maqûl e.”

Sam Haller herwiha dibêje, bi baweriya min Amerîka di qonaxa niha de ne amade ye biryareke bi vî awayî bide û hêzên Kurdî yên li Sûriyê piştguh bike.

Haller herwiha tekez dike, Amerîka dê berdewam be li ser wê yekê ku pişta xwe bi HSDê girê bide ji bo lidarxistina operasyonên dijî DAIŞê û herwiha parastina ewlehî û istiqrara navçeyên rizgarkirî û rêgirtin ji dubare derketina DAIŞê.

Sam Haller dibêje, “Wiha nabînim ku Erdogan biçe nav rêbirûna rasterast a Amerîkayê, lê eger heye hewl bide zirarê bigihîne Hêzên Sûriyeya Demokratîk û wiha li peywendiyên navbera wan hêzan û Amerîakyê bike ku îdareya Biden nekaribe bêtir berevaniyê li wan bike.”

Di berdewamiya nivîsê de, amaje bi nêrîna Darîn Xelîfe (Dareen Khalifa) şirovekarê siyasî yê “Grûpa Krîza Navdewletî” hatiye kirin ku dibêje, “Ez bawer nakim Amerîka li beramber rêdan bi endamtiya Finlanda û Swêdê, glûpa kesk bo êrîşa Tirkiyê pêbixe.”

Tirkiye gefan dike ku dê di demeke nêzîk de operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê dest pê bike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro gefa xwe ya li dijî Rojavayê Kurdistanê dubare kir û ragihand, “Li bakurê Sûriyê biçûktirîn gef dijî Tirkiye bê dîtin em dê bi dijwarî bersiv bidin.”

Erdogan roja 23ê Gulana 2022 di daxuyaniyekê de bo medyayê gef xwaribû ku ew dê operasyoneke nû li dijî Roajavyê Kurdistanê bidin destpêkirin û tekez kiribû, ew dê derbarê opersyonê de di civîna dahatî ya Encûmena Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK) de biryara xwe bidin.

Roja Pêncşembê 27ê Gulanê jî MGK bi serpireştiya Erdogan civiya û tekezî li ser pêwîstiya operasyonên artêşa Tirkiyê li sînorên başûrê wî welatî kir, lê di daxuyaniya wê de bi zelalî amaje bi ti operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê nehat kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

DEM Partiyê derbarê biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da / Wêne: Rûdaw grafîk

Ji DEM Partiyê piştî biryarên Doza Kobaniyê yekem daxuyanî

DEM Partiyê li ser biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da û eşkere kir ku dê li hemberî cezayan serî netewînin.