WAN – Penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê ji ber rejîma Îranê ola xwe diguherin

04-08-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Li Wanê bi sedan penaberên Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber rejîma Îranê dînê xwe diguherin û dibin mesîhî. Heta niha nêzî 500 kurd dînê xwe guhertine. Sedema guhertina dînê îslamê jî zext û zordariya rejîma Îranê û DAIŞ e. 

 

Ciwanekî penaber ê ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye bajarê Wanê ji ber rejîma Komarî ya Îranê ola xwe guhertiye û bûye krîstiyan ango Mesîhî. 

 

Ji tirsan hem naxwaze navê xwe bibêje û hem jî ser û çavên wî di kamerayê de derkevin.

 

Penaberekî bûye xirîstiyan ji Rûdawê re wiha got: “Min dînê xwe guhertiye. Min nedikarî bi fikrên xwe yên ku di dil û mêjiyê min de maye, bi cih bînim. Ji ber vê yekê min dînê xwe guhert. Niha gelek aram im û tu kêşeyeke min tune ye.”

 

Peyman Selamatî ji hin ciwanên din cudatir e. Ew bêtirs derdikeve pêş kamerayê. Dibêje wekî wî bi sedan penaberên kurd ji ber pêkanînên Îranê dev ji îslamê berdane û ola xirîstiyaniyê tercîh kirine. 

 

Penaberê bûye xirîstiyan Peyman Selametî jî got: “Min dînê xwe guhert. Ji ber ku min di dînê îslamê de tu tiştekî nedît. Tiştê min dît hemû xelet bûn. Mesela Îran hikûmeteke îslamî ye. Gênc û zarokên me hemû îdam dike. Li Iraqê dinêrî DAIŞ heye. Di dînê îslamê de tên milet dikujin, serê xelkê jêdikin. Miletekî zaf penaber bûne û hatine Tirkiyeyê. Tu jiyan ji me re nemaye. Me di dînê îslamê de tu rihetî nedît.”

 

Ev kesê navsere jî salekî zêdetir e ji Îranê reviyaye Wanê. Bi hevjîn û 3 zarokên xwe re derbasî ola xirîstiyaniyê bûye. Ew jî ji bo nas û dostên wî ew nas nekin, bi berçavkê derdikeve pêş kamerayê. 

 

Penaberê bûye xirîstiyan jî wiha axivî: “Amarekî teqez tune ye. Misilmanekî ku dibe mesîhî bi nehênî dibe mesîhî.  Kes tam nizane çend penaber bûne mesîhî. Çimkî hemû îbadet û tiştên me nehênî ne. Yê min jî nehênî ye.”

 

Li bajarê Wanê bi qasî hezar û 500 penaberên Rojhilatê Kurdistanê hene. Ji wan nêzî 500 kes bûne xirîstiyan. Me xwest ayînên wan bi kamerayê bikişînin, lê ji tirsan qebûl nekirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst