Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê derbarê îdiayên ku dibêjin "200 PKKyî bi awayekî bêdeng ji girtîgehan hatine berdan" daxuyanî da.
Baroyê destnîşan kir ku kesên hatine berdan cezayê xwe temam kirine û got, “Baweriyê bi parvekirinên ku gefê li aştiya civakî dixwin, neyînin.”
Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê spekulasyonên li ser kesên ku dema cezayên wan qediyaye hatine berdan û kesên ku piştî biryara betalkirina madeyên 220/6 û 314/3yan ên Qanûna Cezayê hatine berdan daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbarê kesên ku li gorî "Qanûna Înfazkirina Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê ya hejmar 5275an" dema înfaza wan qediyaye û hatine berdan, îdiayên nerast tên belavkirin.
“Baweriyê bi duxayaniyên ku aştiya civakî dikin hedef neyînin”
Baroya Amedê her wiha diyar kir ku ew wekî baro tekeziyê li ser wê yekê dikin ku her kes li pêşberî qanûnan wekhev e û divê dest li cewhera maf û azadiyên bingehîn neyê danîn û got:
“Em careke din bi bîr tînin ku serweriya hiqûq û edaletê ji bo her kesî pêwîstiyek e.
Her wiha em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku divê bawerî bi parvekirinên ku bi naverokên nerast mirovan dikin hedef, nefretê dihewînin û gefê li aştiya civakî dixwin, neyê anîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse