Hewlêr (Rûdaw) - Li Wana Bakurê Kurdistanê di Gola Wanê de termê jinekê hat dîtin.
Li gorî agahiyan, li taxa Îskeleyê ya Wanê di Gola Wanê de termê jinekê ku nasnemayê wê nediyar e ji aliyê xelkê ve hatiye dîtin.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û wan term ji golê derxistiye.
Hat ragihandin ku termê wê jinê ji bo kar û barên otopsiyê li Saziya Bijîşkiya Dadî ya Wanê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse