Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir û di encamê de 2 leşkerên me hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.”
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) re ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xaleke artêşa Sûriyeyê ya li derdora Bendava Tişrînê bombebaran kiriye û got:
"Hêzên HSDyê careke din hemû lihevkirin û rêkeftinên berê red dikin û bi rêya armanckirina xalên artêşê û kuştina endamên wê, hemûyan piştguh dixin."
Heta niha HSDyê derbarê agahiyên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ti daxuyanî nedane.
Ev alozî di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de çend car in ducare dibin.
Ev yek di demekê de ye ku HSD di qonaxa yekbûnê ya bi artêşa Sûriyeyê re de ye.
Çavkaniyekî ji Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ragihand:
"Van demên dawî HSDyê lîsteyeke navên wan fermandarên ku şerê DAIŞê kirine, radestî hikûmeta Sûriyeyê û Hevpeymaniya Navneteweyî kiriye da ku tevlî artêşa Sûriyeyê bibin."
Li gorî wî çavkaniyê, di lîsteyê de navên 70 fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hene û ew li benda bersiva Şamê ne da ku ew fermandar bibin beşek ji hêzên artêşa Sûriyeyê.
Ev gava HSDyê di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de ye ku di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de li Şamê hatibû îmzekirin.
Li gorî Peymanê divê HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe.
Mezlûm Ebdî 10ê Çiriya Pêşîn di salvegera damezirandina HSDyê de ragihandibû ku HSD "dê beşeke bihêz a artêşa Sûriyeyê pêk bîne ku di qonaxa damezirandinê de ye" û "yekîneyên Dijîterorê yên HSDyê dê mil bi milê yekîneyên din ên artêşa Sûriyeyê, li ser asta niştimanî û li seranserî axa Sûriyeyê, di karê rûbirûbûna terorê de berdewam bin".
13ê vê mehê şandeyeke leşkerî ya HSDyê ji bo gotûbêjkirina yekbûnê ya di çarçoveya artêşa Sûriyeyê de çûbû Şamê.
Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê û Komîteya Leşkerî ya ji bo gotûbêjên yekbûnê yên bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re Sîpan Hemo ragihand ku ew gihîştine têgihiştineke devkî lê heta niha di navbera wan de ti rêkeftin nehatine îmzekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse