RIHA - Xizm bi hev ketin: 2 kuştî, 2 birîndar

29-11-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Pevçûn Xizm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya parêzgeha Rihayê di pevçûna bi çekan a di navbera 2 malbatên xizman de 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Pevçûn li kolana 2076an a taxa Suleymaniyeyê ya navçeya Xelîliyeyê rû da.

Di navbera xizman de ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn nîqaş derket.

Nîqaş veguherî pevçûna bi çekan û 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku Mahmut Çekî li cihê bûyerê miriye.

3 birîndarên din bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.

Reşît Çekiyê ku bi giranî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê tevî hemû midaxeleyan mir.

Tîmên polîsan li derdorê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh standin û ji bo girtina kesên tev li pevçûnê bûne dest bi xebatan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst