Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herşma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ragihand ku 325 xwendekarên Kurd ên ji ber rêkarên rûbirûbûna vîrusa koronayê li Qubresî asê mabûn, bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.
Berdevkê Hikûmeta Herşma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil di daxuyuyaniyekê de ragihand ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 325 xwendkarên kurd ku bi sedema rawestandina geştên asmanî û rêkarên rûbirûbûna vayrosa Koronayê li Qubrisê asê bibûn bi rêya asmanî gihîştin Hewlêrê.
Dr. Cotyar Adil herwiha spasiya wan kes û aliyan jî kiriye, ku ji bo çareserkirina kêşeya wan xwandekarên Kurd û vegera wan bûne alîkar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse