Cenazeyê Elî Qasimlo hat veşartin

30-03-2024
RÛDAW
Cenazeyê Elî Qasimlo hat veşartin
Cenazeyê Elî Qasimlo hat veşartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê Dr. Elî Qasimlo birayê Dr. Abdulrehman Qasimlo li gundê Qasimloyê yê Urmiyê hat veşartin.

Dr. Elî Qasimlo duh ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.

Îro jî cenazeyê wî bi amadebûna bi hezaran kesan hat veşartin.

Li gorî vîdeoyên di torên medyaya civakî de belav bûne, ji gelek herêmên cuda yên Rojhilatê xelk beşdarî merasîma veşartinê bûn.

Herwiha di dema veşartina cenazeyê Elî Qasimlo de sirûda "Ey Şehîdan" jî hat xwendin.  

Dr. Elî Qasimlo pisporê ultrasonerê bû û 70 sal ezmûna wî ya kar di wî warî de hebû.

Piştî koça dawî ya Dr. Elî Qasimlo, di torên medyaya civakî de gelek kesan eşkere kiriye wî gelekî alîkariya darayî daye hejarên herêmê.

Dr. Elî Qasimlo, ji ber ku birayê Dr. Abdulreham Qasimlo Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) ye, di sala 1980yî de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo 13ê Tîrmeha 1989an di civîneke danûstandinê ya li gel rejima Komara Îslamî ya Îranê li Viyanaya paytexta Awistiryayê hatibû şehîdkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst