Amed, Mêrdîn û Riha ji Cejna Remezanê re amade ne

30-03-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Mêrdîn Riha Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazar, sûk û cihên dîrokî yên Amedê qerebalixiyeke zêde heye.

Li her sê bajarên dîrokî û gastronomiyê Amed, Mêrdîn û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê, ji bilî amadekariya cejnê di sektora geştyariyê de jî tevgereke zêde heye.

Otel, restorant, dikandar û şiranîfiroşên Amedê amadekariyên ji bo geştyarên cejnê temam kirine li hêviya mêvanên xwe ne.

Serokê Komeleya Otel û Geştyariyê ya Amedê Denîz Guler got:

“Ameda me ya ku di sektora geştyariyê de bi bandor e bi destpêkirina demsalê re meha Adarê ji cejna Remazanê re amade ye.

Em bi otel, gastronomî û cihên dîrokî û her awayî ji cejnê re amade ne.

Niha otelên me ji ji sedî 70 tijî bûne û em hêvî dikin ev rêje di cejnê de zêde bibe.”

Li Mêrdînê jî bi heman awayî tevgereke zêde ya geştyariyê heye.

Li bajarê ku 85 otel û şûna 20 hezar kesan a mayînê heye rezervasyonên otelan ji sedî 100 tijî bûne.

Serokê Komeleya Geştyariyê û Otelan a Mêrdînê Ozgur Gurgor anî ziman:

“Di betlaneya cejnê de daxwazeke zêde heye.

Bi taybetî her du betlane bûne yek û dema betlaneyê dirêj bû.

Ez niha dikarim bibêjim Mêrdîn tijî bû.”

Herê zêde avahî û mîmariya dîrokî ya Mêrdînê bala geştyaran dikişîne.

Geştyar Fatma Adiguzelê da zanîn:

“Mêrdîn wekî ku min xeyal dikir e û hîn xweştir e jî.

Herî zêde li li hemberî saxlembûna manastiran û Bajarê Dîrokî yê Darayê mat mam.”

Li Rihayê jî ku navendeke girîng a geştyariya olî û gastronomiyê ye li cihên dîrokî, olî û bazaran qerebalixiyeke zêde heye.

Tê çaverêkirin ku di Cejna Remezanê de û heta dawiya hefteya bê, çûn û hatin li van her sê bajarên Bakurê Kurdistanê zêdetir bibe.

Amed, Mêrdîn û Riha di sektora geştyariyê de wekî Sêgoşeya Zêrîn a Mezopotamyayê tên binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst