Kezeba Amedê çima bi tam e?

Amed (Rûdaw) - Her bajarekî qedîm xwedî xwarineke navdar e. Li bajarê Amedê jî kezeb navdartirîn xwarin e.

Lê ligel navdariya xwarinê navdariya hoste û xwaringehan jî girîng e. Kezebfiroş Umut bi navê xwe yê 42 salan bûye navenda tam û çêjneke bêhempa.

Xwediyê Xwaringeha Kezebê Kayhan Taş dibêje: “Em kezebê ji ber destê mezinên xwe elimîn. Me li destê wan nihêrt û me xwe elimand. Îcar em amedî jî pir ji kezebê hez dikin. Em taştêya xwe jî bi kezebê dikin.”

Çêkirina kezebê li gorî xwarinên din gelek hêsan e. Di 5 xulekan de li ser agir dipije. Lê dayîna eklê tam û çêjna kezebê ji hemû xwarinan zehmettir e.

Hosteyê kezebê Yusif Yureklî jî got: “Kezeba me teze ye. Ya mihan û mêşinan nîne. Kezeba me ya berxan e. Teze û rojane ye. Roja ku jêdikin em tînin dipijînin û bi wê germegerm û tazeyiyê didin kirîgerên xwe. Kirîgerên me jî bi vê tama destê me gelek kêfxweş dibin.”

Xwediyê Xwaringeha Kezebê Kayhan Taş wiha behsa kezeba xwe kir: “Kezeba me çima xweş e? Em 12 cure baharat li nava hev dixin û îsotê jî berdidin ser. Em kezeba xwe bi vî awayî terbiye dikin. Tama wê belkî ji vê teknîka me tê. Em cîgera xwe li hevdû dixin. Ev mijareke teknîkî ye. Lê em karê xwe her eynî dikin.”

Dema tam û çêjna kezebê xweş be, hejmara kirîgeran jî zêde dibin. Di meha Remezanê de ji fitarê heta paşîvê ev xwaringeh vekirî dimîne.

Welatiyê bi navê Şahîn Kurekçî got: “Kezeba vê derê pir xweş e. Em tim li vir dixwin. Paqij e.”

Kirîgerê kezebê Fexrî Bektaş jî anî zimna, “Kezeba vê derê paqij e, xweş e û navdar e. Mirov dixwaze li cihekî bi lezet xwarinê bixwe. Ew cih evder e.”

Xwediyê Xwaringeha Kezebê Kayhan Taş da zanîn ku ew di meha rojiyê de wextê fitariyê em gelek tije din û got: “Li cihê me qet maseyek vala namîne. Em dikin pakêt û ji malan re jî dişînin. Em weke dirûm (lefe) jî difiroşin.”

Ji welatiyên ji rêzê heta siyasetmedar, nivîskar, hunermend û futbolîzan her kesek ku fersend dîtiye muheqeq berê daye xwaringeha Umutê ya kezeban.