Hewlêr (Rûdaw) - Zarokeke ji Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê 11 roj in wenda ye, navê wê Hêlîn Mûsa ye, ev 3 sal in ji bo ku biçe dibistanên Hikûmeta Sûriyê û xwendina xwe temam bike bi malbata xwe re li bajarê Qamişlo dimîne.
Dayika Hêlîn, Gulbehar Osman ji Rûdawê re diyar kir, keça wê roja 19ê vê mehê çûye dibistana Zekî Ersozî li Qamişlo ji bo ku ezmûnan pêşkêş bike.
Dema ku ew û birayê xwe vedigerin, li ser rêya vegera malê li nêzîkî Nadî El-Şebab şer di navbera wê û birayê wê de derdikeve, hêzeke emnî wan ji hev vedike, birayê wê dişînin malê û ew keç wenda dibe û heta niha tu kes tiştekî li ser wê nizane. Hêlîn 13 salî ye, xwendevana pola 8an e.
Dayika Hêlîn dibêje, wê serî li hemû saziyên Rêveberiya Xweser daye û hemû jî dibêjin, ew tiştekî li ser keça wê nizanin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse