Li Kerkûrkê êrişa bi çekê: Polîsek hat kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zeyd Adil Kerkûk Polîs Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê efserê polîs û Birêvebirê berê yê Navenda Polîsan a Erefeyê Zeyd Adil nîvroya îro di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî Şwanî îro ji Rûdawê re ragihand, Zeyd Adil Sebîh Cercîs li Taxa Erefeyê li nêzîkî mala xwe bi demançeyê gule lê hatiye reşandin û hatiye kuştin.

Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand, 3 kesan ji nav otomobîlekê gule li Zeyd reşandine û 4 gule lê ketine.

Gule li stû û sînga Zeyd ketine û piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê miriye.

Zeyd Adil zewicî bû û bavê 3 zarokan bû. Beriya ku were kuştin, li Birêvebiriya Polîsan a Kerkûkê Birêvebirê Beşa Bicîkirina Têbîniyan a Wezîrê Karên Navxwe bû.

Polîsên Kerkûkê çûn cihê bûyerê û berdevkê wan got, "Li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst