Amerîkayê zarokek ji nav malbatên DAIŞiyan bir

30-07-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka DAIŞ Kamp Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê zarokek ji kampeke malbatên çekdarên DAIŞê ya li Rojavayê Kurdistanê vegerand.

Amerîkayê her wiha bangî dewletan din jî kir ku welatiyên xwe vegerînin.

Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê doh ragihand ku wan zarokek Amerîkayî ji kampeke li Rojavayê Kurdistanê vegerandiye welatê xwe.

Li gorî Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, nêzîkî 30 hezar kesên ji 70 welatan li kampên li Rojavayê Kurdistanê hene û piraniya wan zarokên kêmî 12 salî ne.

Wezaretê her wiha tekez kir ku çareseriya ji bo krîza li kampan ew e ku dewlet welatiyên xwe vegerînin.

Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê di heman demê de xwest ku aliyên navneteweyî ji bo çareserkirina rewşa mirovî û kêmkirina metirsiyên ewlehiyê demildest tev bigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst