Nêçîrvan Barzanî: Êrişên bi dronan zererê didin aboriya hemû Îraqê

30-07-2025
Civîna Nêçîrvan Barzanî û şandeya Brîtanyayê / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Civîna Nêçîrvan Barzanî û şandeya Brîtanyayê / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Edward Ahlgren Dron Êriş Îraq Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke bi şandeyeke Brîtanyayê re ragihand ku êrişên bi dronan ên li ser binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê zererê didin aboriya hemû Îraqê û divê rê li ber wan were girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Edward Ahlgrenê Alîkarê Şêwirmendê Bilind ê Brîtanyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û şandeyeke pê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ew şande ji çend şêwirmend û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê pêk dihat.

Di civîneka ku Supasalarê Pêşmergeyan jî amade bû de, rewşa ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê û herêmê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha metirsiyên ewlehiyê û gefên DAIŞê yên li ser aramî û ewlehiya herêmê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî ducare kir ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û gefê li aramî û ewlehiya Îraq û Sûriyeyê dixwe.

Nêçîrvan Barzanî: Divê rê li ber wan êrişan were girtin

Wî armancgirtina binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê wekî gef û zerereke ji bo tevahiya aboriya Îraqê bi nav kir û tekezî li ser wê yekê kir ku divê rê li ber wan êrişan were girtin.

Edward Ahlgren li gel nîşandana pêbendiya Brîtanyayê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û hevkariya hevbeş a bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, ducare kir ku welatê wî bi giringiyeke mezin li aramî û ewlehiya herêmê dinêre.

Her wiha hemû alîkarî û piştgiriya Brîtanyayê ya ji bo parastina aramî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê û herêmê nîşan da.

Sîstema federal a li Îraqê, pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran re, rewşa Sûriyeyê û mafên Kurd û pêkhateyên li wî welatî û pêşhatên dawî yên pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst