Hewlêr (Rûdaw) - Komeke guran êrişî axûra 6 ajeldaran kir. Xwediyên pez ên ku ziyaneke mezin dîtine, banga alîkariyê li rayedaran dikin.
Li navçeya Sarayê ya Wanê, komeke guran êrişî keriyekî pez kir û di encamê de 111 mih telef bûn. Ajeldarên ku ziyaneke mezin dîtine, banga alîkariyê dikin.
Ajeldar bi dîmenekî tirsnak re rû bi rû man
Bûyer li Taxa Kazimpaşa qewimî. Li gor agahiyan, komeke guran bi şev ketine nav axûra ku mihên 6 welatiyan tê de bûn.
Dema ku ajeldaran serê sibehê çûn da ku pezê xwe derxin çêrê, rastî dîmenekî tirsnak hatin. Wan dît ku kelexên 111 mihan li ser hev kom bûne.
Banga alîkariyê
Li ser agahdarkirinê, tîmên şaredariyê çûn cihê bûyerê û kelexên mihên telef bûyî rakirin.
Ajeldarên ku debara wan li ser van heywanan bû, diyar kir ku ew mexdûr bûne û ji rayedaran daxwaza alîkariyê kir da ku ziyana wan bê qerebûkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse