Şaredarê DBPyî ji partiya xwe cuda bû

30-09-2016
Salih Suleymanî
Nîşan Gever Xirwate Serokê Şaredariyê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê şaredariya beldeya Xirwate ya Geverê yê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Îsmaîl Ruştu Zeydan, dest ji partiya xwe berda.

 

Îsmaîl Ruştû Zeydan ku di navbera salên 1994 û 2003ê ji Partiya Rêya Rast, û du serdeman jî ji AK Partiyê bibû serokê şaredariya Xirwateyê.

 

Zeydan di sala 2013ê de ji AK Partiyê îstîfa kiribû û derbasê DBPê bibû.

 

Îsmaîl Ruştu Zeydan îro bi daxuyaniyekî ragihand ku xwe ji partiya DBPê jî vekişandiye.

 

Zeydan, diyar kir ku ew dê ji vî şûnde karên xwe bi serbixweyî bike û wiha got:

 

“Ti pêwendiyek me ligel partiya me nemaye. Ji vî şûnde em ê ligel ti partiyeke din jî kar nekin. Em ê rêya xwe diyar bikin.”

 

Zeydan daxuyand ku dema çûye nav DBPê ji bo rawestandina xwînê çûye.

 

Hêjayê gotinê ye ku duh gerîlayên PKKê êrîşê cerdevanên beldeya Xirwate kiribûn û di encamê de 3 cerdevan hatibûne kuştin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst