Hewlêr (Rûdaw) - Cil û bergên Kurdî ji bo xelkê Kurdistanê yek ji remzên herî giring ê neteweyî ye.
Di van salên dawî de li Bakurê Kurdistanê cil û bergên Kurdî kêm bûne lê li hinek navçeyan xelk her wekî bav û bapîrên xwe cil û bergên Kurdî li xwe dikin.
Yek ji wan deveran jî Colemêrg û navçeyên wê Gever, Şemzîna, Çelê û Rûbarok in.
Li van navçeyan xelk ne tenê di şahiyan de herwiha di rojên asayî de jî cil û bergên Kurdî li xwe dikin.
Cil û bergên Kurdî yên jinan bi taybetî bi rengên xwe yên bedew bala xelkê dikişînin.
Kiras û fîstanên bi lewendî, kofiyên bi gîfik û lîfêkên sêrêzî rengên keskesoran li ser bejnûbala keçên Kurd li aliyekî dihejin.
Li aliyê din zilamên Kurd bejna xwe bi şalûşepik û ran û bergûzên merexzî xemilandine û cemedanî û şûtik jî xemla wan temam dike.
Li Geverê Kurdên vê deverê di şîn û şahiyên xwe de cil û bergên Kurdî dipoşin. Ji bo wan, cil û bergên Kurdî parçeyeke ji çanda wan a dewlemend û resenî ye.
“Li gundê me em hemû cilên Kurdî li xwe dikin”
Ciwanê Geverî Nejwan Dara got, “Navê min Nejwan Dara ez Şûkeyî me. Li gundê me em genc û pîr û kal hemû cilên Kurdî li xwe dikin.
Em ji bo dawetan li Kurdistanê didin dirûtin û amade dikin. Gelek coreyên wan hene, şelûşepik hene bergûz hene, ev jî dersûk e (egal, cemedanî) yên bab û bapîrên me ne.
Di rojên wisa kêfxweşî û şahiyan de em li xwe dikin, rojên xêr û şeran em cilûbergên Kurdî li xwe dikin.”
Ciwan çend roj beriya dawetan bi kelecan berê xwe didin terziyan, li gorî dilê xwe rengê ku herî zêde jê hez dikin hildibijêrin.
Hinek bi berîk hinek bê berîk, hinek ji modelên Miradxanî hinek jî ji modêlên Nêçîrî hez dikin lê hesta wan yek e ew xwe weke mîradparêzên bab û bapîrên xwe dibînin.
Cil û bergên xwe li Kurdistanê didin çêkirin
Ciwanê Geverî Fûrqan Yaqût wiha anî ziman, “Dema ku dawetên me yên Şûkeyan çêdibin ciwanên gundê me cilûbergên Kurdî şalûşepikan li xwe dikin.
Gelek caran em lewendiyan xwe girê didin. Di demên şahiyên de em ciwan digihîjin hevûdu em şahiyên xwe bi cilûbergên xwe dikin.
Ciwan zêdetir van coran li xwe dikin, kesên danemir jî bergûzan li xwe dikin, em ji xwe re ji Îraqê (Kurdistanê) dixwazin, qumaşê wan jî gelekî baş e.”
Remezan terziyê cil û bergên Kurdî ye û cilên zilama didirû. Ew bi dav û derziyên xwe rih û jiyanê dide vî qumaşî û bi destê wî çandeke bi hezaran salan li ser piya dimîne.
Remezan hoste û şarezayê karê xwe ye û vî karî wekî erkeke niştimanî dizane.
“Ev cilûberg ên bav û bapîrên me ne”
Şêniya Geverê Muhbet Atayê got, “Kêfa me gelek jê re tê, em ji cilên Kurdî hez dikin. Cilên Kurdî xweşik in.
Ev cilûberg ên bav û bapîrên me ne. Çandeke qedîmî ye û em ji hemû rengan hez dikin.”
Şêniya Geverê Nedîma Darayê wiha axivî, “Ez ji cîlûbergên bav û bapîrên xwe hez dikim.
Bav û bapîrên me ev cil li xwe kirine û emê jî li xwe bikin, heta em sax bin em ê vî cilî li xwe bikin.”
Di nav cilên Kurdî de cihê herî taybet ê cilên jinan e. Li Geverê jin herî zêde ji rengên şîn û sor hez dikin.
Jin û keçên Geverê li ser kiras û fîstan û kurtekên lewendî û kûfiyên kesrewan girêdidin.
“Cilûbergên Kurdî nasnameya neteweyekê ye”
Terziyê cilên zilaman Remezan Sever diyar kir, “
Cil û bergên Kurdî nayê wê wateyê ku kesek tenê ji bo rojeke şahiyê cilûbergekî fireh li xwe bike.
Na wateya cilûbergê Kurdî ne tenê ev e; rastî jî cilûbergên Kurdî nasnameya neteweyekê ye.
Bi hezaran sal in ku ev cilûbergê Kurdî cilûbergê me Kurdan e.
Em bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi cilûbegên xwe tên nasîn.”
“Cilên Kurdî hesta azadiyê di dilê min de zêdetir dike”
Jian bi navê Ozlem Kiliçak jî terziya cilên Kurdî yên jinan e. Ew bi xwe jî tenê cilên Kurdî li xwe dike û dibêje “Cilên Kurdî hesta azadiyê di dilê min de zêdetir dike”.
Destên wê jî weke destên hunermendekî kar dikin.
Terziya cilên jinan Ozlem Kiliçakê wiha anî ziman, “Rojê ez çar destên cilan didirûm. Qumaşên me hinek zehmet in ji ber ku pîlek û morik li serê hene.
Niha em hem kiras fîstanan amade dikin hem jî abîyeyan amade dikin. Em bûkaniyan jî didirûn. Wate em cil û bergên bûkan jî amade dikin.
“Heftreng rengê Kurdistan û azadiyê ye”
Niha êdî bûk jî rojên xenê û dawetan de kiras û fîstan û cilên Kurdî li xwe dikin. Îsal herî zêde heftreng tê xwastin.
Heftreng rengê Kurdistanê ye, rengê Geverê û rengê jinan e, heftreng rengê azadiyê ye. Di çanda me de reng gelekî giring e û em rengareng in.”
Li Gever û Şemzînanê û navçeyên wê devrûberê ne tenê di dawetan de heman demê di Newroz û şahiyên din de û di şîniyan de jî Kurd cilên Kurdî li xwe dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse