Mesrûr Barzanî spasiya xelk û asayişa Kurdistanê kir

30-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Mesrûr Barzanî Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo birêvçûna proseya dengdana parlamentoyê  peyamek belav kir û têde spasiya xelkê Kurdistanê û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê kir.


Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bidawîhatina proseya dengdana Parlamentoya Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û pîrozbahî li xelkê Kurdistanê hêzên asaiyişê kir.





Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser Twitterê wiha got: “Pîrozbahiyê li dengderan dikim, ku îro ji bo nivisîna qonaxa paşeroj a Kurdistanê hatin derve. Spas ji bo hêzên asayişê, ku ew asayişa pêwîst ji bo dengderan dabîn kirin, heta ku mafên xwe bi kar bînin û proseya dengdan a aştiyane encam bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst