Mesrûr Barzanî: Li Herêma Kurdistanê azadiya ragihandinê gelekî bi pêş ketiye

22-04-2024
Mesrûr Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mesrûr Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Roja Rojnamegeriya Kurdî Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Li Herêma Kurdistanê azadiya ragihandinê gelekî bi pêş ketiye.”

Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

Rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhed Bedirxan sala 1898an, wate 126 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rojanemeya bi navê “Kurdistan”ê derxist.

Bi vê wesîleyê li Hewlêrê “Foruma Sêyemîn a Navdewletî ya Rojnamegeriyê” hat lidarxistin.

Forum bi dirûşma “Parastina Rojnamegerên Jin ji Cihêkariya Zayendî” bû û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li forumê axivî.

“Li Herêma Kurdistanê karê ragihandinê bi tevahî azad e”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser azadiya ragihandinê ya li Herêma Kurdistanê û got:

“Li Herêma Kurdistanê karê ragihandinê bi tevahî azad e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêbend e ku di çarçoveya yasayê de jîngeheke guncav ji bo rojnamegerî û azadiya raderbirînê dabîn bike.”

“Li Herêma Kurdistanê azadiya ragihandinê gelekî bi pêş ketiye”

Serokwezîr Barzanî ji rojnamegeran re serkeftin xwest û got:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê tim bi rêz û hurmetê ve li rola girîng a rojnamegeran û karê rojnamegeriyê dinêre.

Cihê dilxweşiyê ye ku Herêma Kurdistanê xwediyê yasayeke pêşkeftî ya rojnamegeriyê ye.

Li Herêma Kurdistanê azadiya ragihandinê gelekî bi pêş ketiye.

Azadiya rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê gihiştiye astekê ku li herêmê mînakên wê kêm in lê nehezên Herêma Kurdistanê dixwazin vê azadiyê bi awayekî xerab bi kar bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst