Hejmareke zêde ya zarokên Kurd ji xwendina online bêpar dimînin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber belavbûna zêde ya koronayê nêzîkî 18 milyon xwendekar bi biryara Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê divê tevli pergala xwendina online ango xwendina ji dûrî ve bibin. Lê bi milyonan xwendekar ji ber ku di malên wan de xetên înternetê, komputer, laptop û tablet nînin, ji vê perwerdehiya online jî bêpar man. Malbatên hejar daxwaz ji dewletê dikin ku vê newekheviya perwerdehiyê ji holê rakin û derfetên baş ji bo zarokên wan jî amade bikin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê sê xwîşk û bira ên xwendekar ku yê herî biçûk di pola 5an û ya herî mezin jî dibistana amadehiyê qedandiye û divê biçe zanîngehê, lê ji ber nebûna înternet, komputer an jî tabletê, ew nikarin ji perwerdehiya online sûd werbigrin.
Dayika xwendekaran Cemîle Yalçinkaya dibêje: “Wileh pereyê zengînan heye, ew ji xwe re dixwînin. Lê yên feqîra tune ye. Sûr ji xwe bêxwedî ye.”
Xwîşka xwendekaran Ceren Ayaz jî got: “Li malê înternet tune ye, telefon tune ye, tableta me tune ye.”
Xaniyê malbata Ayaz ji 3 odeyan pêk tê. Di odeyek de maseyek û çend pirtûkên dibistanê hene. Beriya koronayê, di dema perwerdehiya li dibistanan de, her yek bi dorvegerî li vê maseyê dixebitî. Lê niha ew ji ber tunebûna kel û pelên teknolojîk ji perwerdehiya online jî bêpar in.
Xwendekar Îrem Ayaz jî dibêje: “Ez li pirtûkan dinêrim jî tiştekî jê fêm nakim. Înterneta me tune ye, nikarim bikevim EBAyê. Ne telefon û ne jî komputer. Wisa dimînim.”
Xwendekar Ozlem Ayaz jî got: “Em ê bikevin azmûnan, em û zengînan em ê bikevin eynî azmûnê. Yê me tune ye, yê wan heye. Ka ev edalet e?”
Tenê li Taxa Ziyagokalp a li navçeya Sûrê nêzîkî 700 xwendekar hene û yek ji van jî nikarin tevlî pergala online ya perwerdehiyê bibin. Lewre li taxê binesaziya înternetê qet nîn e.
Derbarê vê mijarê de Muxtarê Taxa Ziya Gokalpê Muhsîn Sanay jî got: “Em dixwazin an qeymeqam, an walî an jî wezîrê perwerdehiyê ji van zarokan re alîkarî bike. Tablet bila bidin wan, an komputeran bidin wan. Bila binesaziya tora înternetê jî bikişînin van taxan.”
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 18 milyon xwendekar hene. Tenê li Amedê hejmara xwendekaran 470 hezar e.