Hewlêr (Rûdaw) - Piştî kêmek din Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îtirafa êrişkarên Kerkûkê belav dike.
Piştî demek kêm, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê dê vîdyoya girtin û îtirafa çend çekdarên DAIŞê belav bike, ku di destpêka hefteya bihorî de êrişî bajarê Kerkûkê kiribûn.
Li gorî agahiyan, di vê vîdyoyê de, çend berpirs û çekdarên DAIŞê ku di êrişa roja 21ê Cotmehê de beşdar bibûn, îtirafê bi çawaniya rêxistina êrişê û rola xwe û kesên din di wê êrişê de dikin.
Tora Medyayî ya Rûdawê, dê vîdyoya îtirafa wan çekdaran belav bike.
Roja şemiya hefteya bihorî 21ê Cotmeha 2016, çend komên çekdarên DAIŞê êrişî çend taxên bajarê Kerkûkê kiribûn û di navbera wan û Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê de şerekî giran derket.
Piştî rûbirûbûneke tund, êrişa DAIŞê bo ser Kerkûkê hat têkişikandin û hêzên ewlehiyê piştre bo çend rojan dest bi operasyonên lêgerîn û paqijkirina bajêr ji çekdarên mayî yên DAIŞê kirin.
Di encama êrişê de, derdorê 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çend çekdar jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.
Herwiha bi dehan kes ji welatiyên sivîl, pêşmerge, asayiş û polîs di wê êrişa DAIŞê de şehîd ketin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse