Mesrûr Barzanî û Dîlan Yeşîlgoz bi telefonê axivîn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dîlan Yeşîlgoz Mesrûr Barzanî Holenda Herêma Kurdistanê Pêşmerge Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Alîkara Serokwezîr û Wezîra Parastinê ya Holendayê Dîlan Yeşîlgoz bi telefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Dîlan Yeşîlgozê di pêwendiya telefonî de bipêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kir.

Her du aliyan her wiha bipêşketinên dawî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê û herêmê nirxandin.

Êrişên li Pêşmergeyan hatin şermezarkirin

Her du aliyan di pêwendiyê de êrişên li Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan şermezar kirin.

Mesrûr Barzanî û Dîlan Yeşîlgozê ji ber şer û aloziyên li herêmê dilgiraniya xwe ya kûr anî zimên.

Pesnê reformên Wezareta Pêşmerge da

Li aliyê din, Wezîra Parastinê ya Holendayê Dîlan Yeşîlgozê pesnê reformên Wezareta Pêşmergeyan da.

Yeşîlgozê piştgiriya welatê xwe ya ji bo Hêzên Pêşmergeyan ducare kir.

Wê bi taybetî behsa girîngiya piştgiriya ji bo têkoşîna li dijî terorê û gefên çekdarên DAIŞê kir.

Li aliyê din, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya bipêşxistina pêwendiyên dualî.

Wî ji ber piştgirî û hevahengiya berdewam a di navbera Holenda û Herêma Kurdistanê de spasiya xwe anî zimên.

Barzanî da zanîn ku ew vê hevahengiya di warên ewlehî û bipêşketina aboriyê de bilind dinirxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst