Qehweya Kurdan êdî sînoran nas nake û ‘Êşa seriyan dibe’
Amed (Rûdaw) - Qehweya Kurdan a ku bi taybetî li Amed û Mêrdînê navdar e êdî ji welatên din re jî tê şandin.
Ev çend sal in li Amed û Mêrdînê qehweyeke nû derketiye bazarê ku hem bi çêja xwe û hem jî bi navê xwe balê dikişîne.
Navê wê Qehweya Kurdan e û li navçeya dîrokî li kuçe û kolanên Sûra Amedê hûn berê xwe bidin kîjan aliyî, li ber dikanekê dengek bilind dibe, “Werine Qehweya Kurdan, werine Qehweya Kurdan.”
Nav û dengê Qehweya Kurdan êdî sînor li pey xwe hiştine û niha ev qehwe ji welatên derve re jî tê şandin.
Ev çend sal in li Amedê li cih û warên geşt û gerê dengê “Werine Qehweya Kurdan, werine Qehweya Kurdan” bilind dibe.
Dikandar û firoşkarên Amedê tameke nû li tamên qehweyê zêde kiriye. Navê wê jî danîne Qehweya Kurdan.
Mazlum Yildirim bi vî awayî qala vê qehweyê dike:
“Qehweya Kurdan wiha ye: Em qehweya kizwanan, a tirkan, dîbek û fêkiyê ziwakirî tevlihev dikin.
Xurme ye, behîv e, findiq e, gûz e. Sê çar deqeyan li ser avê, di ava germ de datînî ser agir. Divê ava sar nebe, ava germ şert e. Di ava germ de pir xweş dibe.”
Kurd bi kêfxweşî qala tama Qehweya Kurdan dikin. Qehweya bi navê qehweya tirkan heye ma Qehweya Kurdan nebe dibe?
“Êşa seriyan dibe”
Dîlanê Aykalê got, “Tameke pir xweş e. Êşa seriyan dibe. Mirov vedixwe xweş e.”
Cîhan Aykal biland, “Qehweya Kurdan pir xweş e. Zaf xweş e. Li cem me jî em vedixwin. Em pir bi kar tînin. Her êvar em ji xwe re ji mêvanan re çêdikin. Em diecibînin, xweş e.”
Rojane bi hezaran geştyar tên navçeya Sûrê ya Amedê.
Geştyarên ku ji welat û bajarên cuda tên jî Qehweya Kurdan tam dikin vê qehweyê ji heval û hogirên xwe re jî diyarî dikin.
“Qehweya Kurdan dixwazin”
Nurcan Kadiogluya ku li Amedê geştyar e got:
“Ev cara duyemîn e ez têm. Yên ku berê hatibûn û jê hez kiribûn. Ew dizanin ku ez dîsa hatime vê derê, ji ber vê yekê Qehweya Kurdan ji min xwestin. Li ser vê kolanê, li her derê heye.”
Geştyareke din jî got, “Gelek kesan eciband. Me gelek kirî.”
Feyza Ulu Umayê pêşniyareke bi rengê “Ger rêjeya xûrmeya tê de kêm bikin û markaya xwe ava bikin, muheqeq dê bi ser bikeve” kir.
Sedayê anî zimên, “Tama wê xweş e. Wekî ku karamel tê de ye. Aha dibêjin xûrme tê de ye. Ji ber vê yekê şirîn e. Gelekî şirîn e. Ez bi xwe ji qehweya şirîn venaxwim lê min ji vê hez kir. Naşibe qehweyên me. Tama wê xweş e. Min eciband.”
Gulcan Bulutakara ku rêbera geştyariyê ye got, “Jê re dibêjin Qehweya Kurdan. Pir navdar e. Xûrme, gûz, findiq dixine navê. Aromaya wê nerm e, gelekî xweş e yanî.”
Qehweya Kurdan hema hema li hemû dikanên çerezan tê firotin. Êdî ev qehwe ji welat û bajarên derve re jî tê şandin.
“Qehweya Kurdan navdar bûye”
Firoşkar Baran Yaşar diyar kir ku her kes vê qehweyê dixwaze û li pey çû:
“Herkes tê ji me Qehweya Kurdan dixwaze. Ewilî tenê li Amedê bû, vê dawiyê me şand Mêrdînê jî. Îcar em niha li bajaran belav dikin. Qehweya Kurdan navdar bûye.”
Firoşkar Delîl Îbîş jî got, “Em hinarde jî dikin. Dişînin Azerbeycan û Rûsyayê jî. Ji me gelekî dixwazin.”
Li gelek bajarên Kurdan berê tenê qehweya kizwanan wekî Qehweya Kurdan dihat dîtin lê êdî kizwan jî tê de cureyên vê qehweyê gelekî dewlemend bûne û di bin navekî de tê bilêvkirin: Qehweya Kurdan.