Li Parlamentoya Tirkiyê li hemberî kurdî bertek

30-11-2016
RÛDAW
Nîşan Kurdî HDP AK Partî CHP Besime Konca
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Axaftina kurdî ya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Besime Konca li Parlamentoya Tirkiyê bû sedema bertekan.


Parlamentera HDPê Besime Konca li Desteya Giştê ya Parlamentoya Tirkiyê derbarê pêşniyaznameya dayî de dema ku bi kurdî axivî parlamenterên AK Partiyê bertekên xwe nîşan dan û gotin, bi tirkî biaxive.


Besime Konce piştî demekê axaftina xwe veguherî tirkî û got:


 “Hikûmet axaftinên me yên tirkî fêm nake, qene ez bi zimanê xwe biaxivim.”


Parlamenterê MHPê yê Enqerê Erkan Haberal jî got: “Mafê kesî nîne ku bi mafê vî gelî dayî, zirtên lehengiya sexte bike.”


Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Mehmet Metiner jî anî ziman tirkî û kurdî ne dijmînên hev in û got, kurdî zimanî wî yê dayîkê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst