Partiyên Tirkiyeyê amadekariyên hilbijartinên şaredariyan dikin

13-11-2023
RÛDAW
Wêne: AA/Arşîv
Wêne: AA/Arşîv
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Tirkiye CHP ÎYÎ Partî HEDEP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzikbûna hilbijartinên herêmî re partiyên siyasî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê amadekariyên xwe zêde dikin.

ÎYÎ Partiyê li parêzgeha Afyonê ya Tirkiyeyê civînek li dar xist.

Wekîlê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê bi tundî bersiva wan aliyan da ku behsa nûkirina Hevpeymaniya Milet dikin.

Piştî cudabûna ÎYÎ Partiyê, Tifaqa Miletê ya ku şeş partî bûn, ber bi hilweşînê ve diçe.

“ÎYÎ Partî ji bo serkeftina CHPyê nehatiye damezrandin”

Wekîlê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Mustafa Dervişoglu got:

“Qaşo eger hevpeymaniyê nû nekin, Partiya Gel a Komarî (CHP) wan şaredariyan ji dest dide.

Hevalno, ÎYÎ Partî ne amrazek e ji bo serkeftina Partiya Gel a Komarî ku di hilbijartinên şaredariyan de hatibe damezrandin.”

Ozgur Ozel ku kêmî du hefteyan e bûye serokê CHPyê, tekez kir ku CHP nû dibe û bi hêzeke nû tê dîtin. Ji niha ve hinek guhertin kirine.

Herçiqasî ne xuyaye ku CHP dê çawa cihê ÎYÎ Partiyê tije bike lê pêdagir e ku ji bo bidestxistina desthilatê têbikoşe.

“Em ji bo CHPyê bikin desthilat dixebitin”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel anî ziman:

“Em bi wê baweriyê dixebitin ku Partiya Gel a Komarî bikin desthilat.

Yekemîn ceribandin jî hilbijartinên şaredariyan e ku Adara 2024an tê kirin.

Em ji bo dubare bidestxistina wan şaredariyên niha bi awayekî paqij û exlaqekî bilind karên xwe bi rê ve dibin.”

Li baregaha AK Partiyê jî pêvajoya daxwazên ji bo berbijêriyê dest pê kiriye.

AK Partiyê ji pêncşema borî ve zengilê amadekariyê ji bo hilbijartina şaredariyan lê daye.

“Îstîfayên ji bo berbijêriyê dest pê kirine”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavûz got:

“Ji bo yên ku dixwazin bibin berbijêr, îstîfakirinê dest pê kiriye û 1ê Kanûna Pêşîn bi dawî dibe.

Bi hêviya Xwedê 1ê Sibatê jî rojjimêra hilbijartinê dest pê dike.”

“Deriyê HEDEPê ji bo diyalog û tifaqan vekiriye”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ku demek e navê wê hatiye guhertin, bi heman awayî amadekariyan dike.

Berpirsên HEDEPê dibêjin, deriyê wan ji diyalog û hevpeymaniyan re vekirî ye, bi mercekî ku ti rêkeftineke nihênî nayê qebûlkirin û divê di mijarê de zelal bin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan dê 31ê Adara 2024an bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst