Parêzgarê Kirmaşanê daxwaza vekirina deriyê Perwîzxanê kir

30-11-2017
RÛDAW
Nîşan Deriyê Perwîzxanê Îran Herêma Kurdistanê Rojhilat
A+ A-

Kirmaşan (Rûdaw) - Parêzgarê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê daxwazê ji Wezareta Navxwe ya Iranêê dike ku deriyê sînorî yê Perwîzxan di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bê vekirin.


Di nameyekê de Parêzgarê Kirmaşanê Hoşeng Bazwend ji bo Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdulrehman Remanî Fezlî dibêje ku erdhejê bandor li ser deriyê sînorî yê "Perwîzxan, Xusrewî, Bazara Somar, Şêx Silê û Şûşmê" kiriye.


Hoşendg Bazwend da xuyakirin ku ji ber erdhejê hejmareke zêde ya welatiyan bê kar mane û bandor li ser rewşa aborî ya wan kiriye herwiha ji ber guhertinên Iraqê deriyê Perwîzxan hatiye girtin û tevahiya karûbarê bazirganiyê li wî deriyî hatiye rawestandin ku bûye sedema derketina pirsgirêkan ji bo bazirganan û wan kompaniyên ku kelûpelan dişînin Herêma Kurdistanê. 


Di nameya xwe de parêzgarê Kirmaşanê daxwazl ji Wezîrê Navxwe yê îranê dike ku deriyê sînorî yê Prwîzxan bê vekirin û herwiha bazarên Sumar û Şûşmê jî bêne veguhestin û bêne vekirin.  


Rêveberiya Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk anîbû û di referandûmê de jî sedî 93ê dengê ‘Erê' derketibû.

 

Hikûmeta Bexdayê, Tirkiye û Îranê piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê hinek pêngav bi ser Herêma Kurdistanê de sepandin û girtina deriyên sînorî di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de jî yek ji wan pêngavên Îranê ye.


(A.B)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst