TUÎK: Di 5 salan de 308 hezar kesan ji Wanê koç kiriye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Koçkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), di nav 5 salên dawî de 308 hezar û 806 kesan ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê koç kiriye.

Sedemên sereke yên vê koçê wekî dahata kêm û bêkarî hatine destnîşankirin.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên koçberiyê yên parêzgeha Wanê yên salên 2019-2024an eşkere kirin.

Li gorî amaran, di nava van 5 salan de bi hezaran kes ji bajêr derketine û nifûsa giştî ya parêzgehê kêm bûye.

Nifûsa Wanê kêm dibe

Li gorî daneyan, sala 2019an nifûsa giştî ya Wanê 1 milyon û 136 hezar û 757 kes bûye.

Piştî 5 salan, di sala 2024an de ev hejmar daketiye 1 milyon û 118 hezar û 87 kesan.

Wate di nava 5 salan de nifûsa Wanê 18 hezar û 670 kes kêm bûye.

Di 5 salan de 308 hezar kesan koç kiriye

Amar nîşan didin ku tevgera koçberiyê li bajêr zêde ye.

Di navbera salên 2019 û 2024an de bi giştî 308 hezar û 806 kesan ji parêzgehê koçî bajarên din kiriye.

Li hemberî vê yekê, hejmara kesên ku di heman heyamê de hatine Wanê (vegeriyane an koçî Wanê kirine) kêmtir e.

Amarên sal bi sal ên koçberiyê

Li gorî TUÎKê, belavbûna koçberiyê ya li gorî salan wiha ye:

2019: 34 hezar û 372 kes hatine, 39 hezar û 575 kesan koç kiriye.

2020: 26 hezar û 621 kes hatine, 38 hezar û 114 kesan koç kiriye.

2021: 30 hezar û 318 kes hatine, 58 hezar û 185 kesan koç kiriye.

2022: 33 hezar û 933 kes hatine, 62 hezar û 422 kesan koç kiriye (Sala ku herî zêde koç çêbûye).

2023: 39 hezar û 585 kes hatine, 56 hezar û 547 kesan koç kiriye.

2024: 31 hezar û 418 kes hatine, 54 hezar û 23 kesan koç kiriye.

Pispor destnîşan dikin ku nebûna derfetên kar, pirsgirêkên aborî û dahata kêm faktorên sereke ne ku xelkê Wanê neçar dike berê xwe bide bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst