Wezareta Pêşmergeyan li ser êrişên bi dronan daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wezareta Pêşmergeyan Îran Îraq Herêma Kurdistanê Êrişên Bi Dronan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê piştrast kir ku bi dronan êrişî baregeheke wan a li Îdareya Raperînê hatiye kirin.

Wezaretê her wiha got, "Em berpirsyariya van êrişan dixin stûyê Îranê û komên derqanûnî yên Îraqê."

Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva borî bi 2 dronên bombebarkirî êrişî baregeheke Hêzên Pêşmergeyan a li Raperînê hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku ew dron ji aliyê "komên terorîst ên derqanûnî ve" hatine arastekirin.

Pêşmergeyek û hevjîna wî şehîd ketin

Her di wê daxuyaniyê de hat gotin ku heman şevê 3 dronên bombebarkirî ji Îranê ve avêtine Hewlêrê.

Di vê êrişê de mala Pêşmergeyê bi navê Mûsa Enwer hat armanckirin û ew û hevjîna xwe şehîd ketin.

Wezareta Pêşmergeyan tekez kir, "Xwîna şehîdên me li erdê namîne."

Wezaretê her wiha berpirsyariya van êrişan xist stûyê "Îranê û komên çekdar ên derqanûnî yên Îraqê."

Wezaretê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê xwest ku erkên xwe yên qanûnî, ewlehî û destûrî bi cih bîne û sînorekî ji van êrişan re deyne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst