FLAŞ - Li Amedê teqîn: 7 kuştî û 27 birîndar (Hat nûkirin)!

31-03-2016
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistan Teqîn
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Bajarê Amedê li Bakurê Kurdistanê teqînek mezin çê bû û di encamê de 7 polîs hatine kuştin û 27 polîs û welatiyên sivîl jî birîndar bûne.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, îro teqînek mezin li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê qewimî.

 

Wek agahiyê destpêkê, teqîn li ser rêya Amed-Rihayê û li nêzîkî termînalê (otogarê) bûye.

 

Wezîrê Geşedanê Cevdet Yilmaz di daxuyaniyeke de ragihand di encama teqînê de 7 polîs hatine kuştin û  13 polîs û 14 welatiyên sivîl jî birîndar bûne.

 

Piştî teqînê hejmareke zêde ya ambulansan û tîmên hawarçûnê bo cihê bûyerê hatin şandin.

 

Ji ber çêbûna teqînê tirsek mezin di nav welatiyên bajarê Amedê de çê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst