HEWLÊR – Konferansa Nevdewletî ya TEDx tê sazkirin

31-03-2017
Rawçî Hesen
Nîşan TEDx Konferans Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryare roja 1ê Nîsana 2017ê li Hola Sedî Ebdullah a Hewlêrê Konferansa Navdeletî ya TED a bi navê TEDxNîştîman bê lidarxistin.  

 

Rêxer û sazûmankarê TEDxNîştîman Rewend Husên ji Rûdawê re ragihand; “Ji bo konferans û çalakiyên TEDxNîştîman hemû amadekarî hatine kirin. Piraniya kesên ku dê di konferansê de biaxivin, niha li Hewlêrê ne. Ji Kurdistan û welatên cîhanê 150 kesên xwebexş hatine.”

 

Husên diyar kir, ku wan hewl daye ew kesên di konferansê de biaxivin behsa mijarên navxweyî, herêmî û navdewletî bikin, naveroka gotarqan hemû aliyan bi hev ve girêbide û got; “Em li hêviyê ne, ku karvedaneke baş bi xwe re bîne.”

 

 

 

 

Projeya TEDXNîştîman (TEDxNishtiman), taybete bi nasandina behremendî û şiyanên ciwanan, projeyekî navdewletî ye. Ev proje li dehan welatên cîhanê birêve diçe, îsal jî bo yekemîn car li bajarê Hewlêrê amadekariyên wê tên kirin. Tora Medyaya Rûdawê sponsoriya medyayî ya konferansê ye.

 

Biryare konferans roja 01-04-2017ê demjimêr 10:00ê sibê destpê bike û heta 16:00ê êvarê berdewam bike. Di konferansê de dê çendîn nîmayîş û çalakiyên hunerî werin pêşkeş kirin, Hejar Zehawî û tîma wî jî dê bi awayekî rasterast çalakiyên hunerî pêşkeş bikin.

 

 

 

 

TEDxNîştîman çî ye?

 

‏TED (Teknolojî, Asûdesazî û Dîzayn) rêze konferansên cîhanî ye ku ji aliyê rêxistina bê qazanc a TED ve di bin navê “Ev hizir hêjayê belavkirinê ye” tê birêxistinkirin.

 

‏TED di Sibata 1984ê de hatiye damezrandin û di sala 1990ê ve hersal konferansa xwe ya salane sazdike.

 

Di destpêkê de TEDê awirê xwe danîbû xistbuwe ser teknolojî û dîzaynê: Ev yek jî jiber wê yekê bû, ku xwe ligel armancên Silicon Valley biguncîne. Lê geşedan û ferehbûna vê rêxistinê bi vê yekê jî nesekinî û çendîn babetên zansitî û kultûrî û akadîmî jî lixwe vegirt.

 

Konferansa salane ya TEDê li Vankuvera Kanadayê bi rêve diçe û navenda civînan jî ew der e. Herwiha konferansên li Amerîkaya bakûr, Ewropa û Asyayê jî bi rêya veguyhestinên zindî birêve diçe.

 

Di van konferansan de çendîn mijarên lêkolîn, pratîkirinên zanistî û çandî tên pêşkeşkirin, herwiha gelek caran jî çîrok tên vegotin.

 

Beşdar dikarin di nav 18 xulekan de hizr an jî dahênana xwe pêşkeş bikin.  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst