Amed heta 2060î tî nabe: Parzûngeheke mezin tê lêkirin

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Amedê li ser 25 donim erd parzûngeha ava paqij tê lêkirin.

Ev parzûngeh dê li Amedê bibe parzûngeha duyem a vexwarina avê.

Proje dê bi 22 milyon û 500 hezar dolarî bê avakirin û tê payîn ku heta sala 2060î ava vexwarinê ya 3 milyon kesan dabîn bike.

Hîmê parzûngehê bi merasimeke taybet hat avêtin ku Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevserokên şaredariyên navçeyan û midûrên Birêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) beşdar bûn.

Parzûngeha nû dê li ser 25 donim erd bê avakirin û tê plankirin ku di nava 450 rojan de temam bibe û dest bi xizmetê bike.

Mesrefê projeyê ku 22 milyon û 500 hezar dolar e, ji aliyê saziyeke Japonyayê ve di çarçoveya piştgiriya ji bo herêmên erdhejê de tê dayîn.

Pereyên projeyê dê bi rêya banka bajêr ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re were veguhastin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di merasimê de axivî û bal kişand ser girîngiya projeyê.

Bucakê spasiya hemû kes û saziyan kir ku di projeyê de keda wan heye.

“Em dê karibin avê bidin 3 milyon kesan”

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglu jî bû mêhvanê me û got:

“Nêzîkî 25 sal berê ev parzûngeh ji bo nifûseke milyonek an milyonek û nîv hatibû amadekirin. Bi ya nû re em dê karibin xizmetê bidin 3 milyon kesan.

Em ji Çemê Dîcleyê avê tînin vir û li vir paqij dikin û parzûn dikin. Bi vê parzûngeha nû re em dê karibin avê bidin milyonek û nîv kesên din jî.”

Mehmet Şerîfoglu Japonyayê ev pere ne bi deyn dane û hemû pereyan Japonya dide û got:

“Li gorî planê divê proje di nava 450 rojan de biqede lê em hewl didin ku di nava salekê de temam bikin.”

“Ava Amedê erzan e”

Şerîfoglu got, “Bi rastî Amed ji bo gelek bajaran mînakek e” wiha bersiv da rexneyên li ser bihabûna avê:

“Mijara erzanî yan bahabûna avê, bêtir bi mesrefa enerjiyê ve girêdayî ye.

Ji bo anîna avê çi qas enerjî were xerckirin, bihayê wê jî li gorî wê diyar dibe lê em dikarin bibêjin ku di nava 30 bajarên mezin de, Amed di rêza 27an de ye ji aliyê erzaniyê ve.

Ango tenê 3 bajar ji me erzantir in, ji wan jî 2 ji xwe ji ber ku dewlet fînanse dike erzan in, lewma em dikarin bibêjin ku tenê bajarek ji me erzantir e."