Enqere (Rûdaw) -Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh êvarî li Koşka Serokomariyê endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêşwazî kirin.
Hevdîtina di navbera heyeta û Erdogan de saetekê ajot.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî di hevdîtinê de amade bûn.
DEM Partiyê piştî civînê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku heyetê nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê qonaxa niha ya pêvajoya çareseriyê de gihandiye Recep Tayyîp Erdogan.
Ev hevdîtin di demekê de pêk hat ku PKKyê 26ê Çiriya Pêşîn diyar kir ku wê dest bi vekişandina hemû hêzên xwe yên li Bakurê Kurdistanê kiriye.
Her wiha doh Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hatibûn guhdarîkirin.
“Hevdîtineke girîng û watedar e”
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê beriya hevdîtinê ji rojnamegeran re û got,“Ji destpêka pêvajoyê heta niha, ev dê bibe sêyemîn hevdîtina me ya bi Birêz Serokomar (Recep Tayyîp Erdogan) re.
Em hemû dizanin ku em di demeke dîrokî re derbas dibin.
Ji ber vê yekê, hevdîtina îro gelekî girîng û watedar e. Em dê bi Birêz Serokomar re bicivin da ku qonaxên pêvajoyê, astengiyên derketine û gavên ku divê bên avêtin gotûbêj bikin.”
Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar jî got, “Hevdîtina îro bi rastî jî girîng e. Rojeva me ya sereke rewşa pêvajoyê ya heta îro ye.
Em dê li ser wê yekê biaxivin bê ka pêvajo gehiştiye çi qonaxê û ji niha û pê ve divê çi bê kirin.
Em dê li ser van mijaran, pêşniyar û nirxandinên xwe pêşkêşî Birêz Serokomar bikin.”
Komîsyon guh dide wezîran
Li aliyê din, Parlamenterê DEM Partiyê yê di Komîsyonê de Saruhan Oluç jî behsa rola Ocalan a di pêvajoyê de kir û got ku pêwîst e Komîsyon guhdariya Ocalan jî bike.
Saruhan Oluç jî ji Rûdawê re got,“Divê komîsyonên Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxwe êdî dest bi amadehiya pêşniyarên yasayî bikin.
Pêwîst e êdî nexşerê diyar bibe. Ya rastî, em li hêviyê ne ku di nava meha Çiriya Paşîn de hin pêngavên yasayî bêne avêtin û dereng nekevin.”
Tê payîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hefteya bê civîna xwe ya dawî li dar bixe.
Piştî hevdîtina Heyeta Îmraliyê û bidawîbûna civînên Komîsyonê dê yekem rapora pêvajoyên yasayî bê amadekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse