Hewlêr (Rûdaw) - Dîzaynera Kurd Melissa Nura 17 salî ku li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê dijî, di defîleyeke navneteweyî de kar û xebatên xwe pêşkêş kirin.
Dîzaynera ciwan diyar kir ku ew di xebatên xwe de armanc dike balê bikşîne ser mijarên civakî.
Melissa Nura ku li Mîlanoyê ji dayîk bûye û mezin bûye, di defîleyeke navneteweyî de derket ser dikê û sêwirînên xwe nîşanî beşdaran da.
Vê dîzaynera ciwan eşkere kir ku wê di vê çalakiyê de hem nasnameya xwe ya Kurdî û hem jî ya bajarê ku lê dijî nîşan daye.
Melissa Nur bi markaya xwe ya bi navê “ROJ-MΔ beşdarî defîleyê bû.
Wê destnîşan kir ku navê markaya wê ji peyva Kurdî “Roj” û navê bajarê Mîlanoyê “Mî” pêk tê.
Nurê ragihand ku wê bi vî navî xwestiye du çandên cuda bîne cem hev.
Moda wekî amûreke derbirînê
Melissa Nurê li ser xebatên xwe yên di qada modayê de diyar kir ku ew van xebatan tenê wekî hilberîneke estetîk nabîne û eşkere kir ku ew modayê wekî amûreke derbirînê bi kar tîne.
Dîzaynera ciwan da zanîn ku ew dixwaze bi taybetî balê bikişîne ser mijarên wekî mafên jinan, mafên mirovan û pirsgirêkên ciwanan.
Nurê her wiha bal kişand ser newekheviyên civakî û destnîşan kir ku her kes di jiyanê de di bin şert û mercên wekhev de dest bi jiyanê nake.
Wê ragihand ku ew di nav malbateke koçber de mezin bûye û vê tecrubeyê bandoreke mezin li ser nêrîn û xebatên wê kiriye.
Melissa Nurê di daxuyaniya xwe de cih da pirsgirêkên penaber û koçberan jî.
Nurê diyar kir ku divê rêz li rûmet û mafên van komên civakî were girtin.
Modela ciwan bala gelek derdorên çandî yên li Mîlanoyê kişandiye û ew li ser platformên cuda yên Ewropayê xebatên xwe didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse