LÊKOLÎN - Cudahiya mêjiyê Neandertal û Homo Sapiensan ne zêde ye

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Neandertal Homo Sapiens Mêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke nû, cudahiya di navbera mêjiyê Neandertal û Homo Sapiensan de ne gelekî zêde ye.

Di lêkolînê de amarên mêjiyê mirovên modern û qalibên ku ji rûyê hundir ê kiloxên (hestiyê serî) Neandertalan hatine bidestxistin dan ber hev.

Encam nîşan didin, dibe ku cudahiya di navbera her du cureyan de hatibe mezinkirin.

Kiloxên Neandertalan û mirovên modern (Homo sapiens) di nihêrîna pêşî de ji hev cuda xuya dikin. Kiloxên Neandertalan dirêjtir û pan in lê yên Homo Sapiensan gogtir in.

Lê belê lêkolîneke nû eşkere kir ku ev cudahiya di xuyabûna derve de, ji bo mêjî û zîrekiyê ne ew qasî girîng e.

Dîroka mirovahiyê ji nû ve tê nivîsandin

Li gorî lêkolîna ku di kovara zanistî ya PNASê de hat weşandin, mezinahiya mêjî ne nîşaneyeke xurt a kapasîteya hişî ye.

Di analîzên li ser mirovên modern de, di navbera qebareya mêjî û baldarî, bîr an jî şiyana çareserkirina pirsgirêkan de pêwendiyeke girîng nehat dîtin.

Her wiha hat dîtin ku di piraniya beşên mêjî de cudahiya di navbera mirovên modern de, ji cudahiya di navbera Neandertal û mirovên modern ên serdemên pêşî de mezintir e.

Ev yek nîşan dide ku pêkhateya mêjiyê Neandertalan di nav cihêrengiya mirovên modern de cih digire û ji bo me nas e.

Zîrekî û nemana Neandertalan

Ev dîtin wê nêrîna ku dibêje mirovên modern ji ber ku zîrektir bûn ew li pey xwe hîştin, lawaz dike.

Lêkolîna nû nîşan dide, dibe ku cudahiya hişî ya di navbera her du cureyan de ne diyar be.

Ji ber vê yekê, sedema nemana Neandertalan dibe ku ne zîrekî yan jî şiyana adaptasyonê be.

Li gorî Ars Technicayê, amarên arkeolojîk jî vê yekê piştrast dikin.

Neandertalan amûrên aloz çêkirine û xwedî şiyana plankirin û fêrbûnê bûne.

Huner û jiyana civakî

Berhemên hunerî yên ku ji wan mane nîşaneya ramana razber in. Her wiha nêçîra bi komên mezin jî nîşan dide ku şiyanên wan ên ragihandin û civakî bipêşketî bûne.

Ev hemû nîşan didin ku ew ji aliyê hişî ve gelekî nêzîkî mirovên modern bûne.

Tê îdiakirin ku cudahiya şêweyê kiloxan jî dibe ku rasterast ne pêwendîdarî mêjî be.

Lêkolînên berê nîşan dabû ku ev cudahî zêdetir ji ber pêkhateya rû ye.

Ev lêkolîn nîşan dide ku cudahiya di navbera Neandertal û mirovên modern de ne ew qasî kûr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst