Taylor ji bo evîna Zervan fêrî Kurdî bû: Mala wan mînîbusek e

3 demjimêr berê
Ferdî Sak
Taylor ji bo evîna Zervan fêrî Kurdî bû / Wêne: Rûdaw Grafîk
Taylor ji bo evîna Zervan fêrî Kurdî bû / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Kurdistan Amerîka Ger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zervan ciwanekî Kurd e û Taylor jî ciwaneke Amerîkayî ye.

Piştî ku ew zewicîn, wan biryar da ku bi mînîbuseke karebayî li seranserî cîhanê bigerin.

Mal, xwarin û xew, her tiştê wan di nav wê mînîbusê de ye.

Ew li ku derê bibe êvar, li wir dikin sibeh. Niha rotaya wan welatên parzemîna Amerîkayê ye.

Zervan li ser destpêka çîroka wan got:

“Beriya 9 salan min Taylor li Berlînê nas kir û beriya 3 salan jî em zewicîn.

Di dema Coronayê de Berlîn ne ew qasî xweş bû û me ji bo gera xwe biryareke pir mezin da.

Me got em li cîhanê bigerin. Cihê yekem ku em çûnê Endonezya bû.

Em mehekê li wir man û pişt re em çûn Tayland û Vîetnamê.

Em li wê parçeya cîhanê geriyan. Pişt re salek derbas bû em hatin Ewropayê û em li hemû welatên Ewropayê geriyan.

Ji sala borî ve em hatine Amerîkayê û me got em li hemû Amerîkayê bigerin.”

Taylor ji bo evîna Zervan fêrî Kurdî bû

Malbata Zervan ji navçeya Gimgimê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê ye lê ew bixwe li Berlîna Almanyayê ji dayîk bûye û mezin bûye.

Dema Taylor ji bo xwendinê li Almanyayê bû, dilê wê kete xortê Kurd.

Ew wekî wefadariyekê ji bo hezkirina wî, fêrî Kurdî bû.

Keça Amerîkî di vê pêvajoyê de bi şans bû, çimkî xezûrê wê bixwe mamosteyê Kurdî bû.

Taylorê jî behsa fêrbûna xwe ya Kurdî kir û anî ziman:

“Dema ez 17 salî bûm ez ji bo xwendina zanîngehê çûm Berlînê û min Zervan nas kir.

Ez fêrî Kurdî bûm çimkî ez gelekî ji Zervan hez dikim.

Min xwest ez evîna xwe nîşanî wî bidim û bikarim bi hêsanî ji malbata Zervan fêm bikim.

Ez li Dibistana Adarê ya Berlînê ji bavê Zervan fêrî Kurdî bûm.

Ez ji çanda Kurdî jî gelekî hez dikim û ez li piraniya tiştên Kurdî guhdar dikim.

Mixabin ez nikarim bikevim govendê lê ez hêdî hêdî fêrî wê jî dibim.”

Xewna wan gera li Kurdistanê ye

Taylor û Zervan di salekê de li 25 eyaletên Amerîkayê geriyane.

Hîn gelek cihên din ên vê parzemînê li pêşiya wan in.

Zervan diyar kir ku xewna wî ew e ku di paşerojê de destê hevjîna xwe bigire û bi heman awayî li niştiman, yanî li Kurdistana Mezin jî bigere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst