Xortekî Efrînî beşdarî Hefteya Modayê ya Dubaiyê bû

22 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Leys Mihemed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Leys Mihemed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Leys Mihemed Moda
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Leys Mihemedê 22 salî xortekî Kurd ê Efrînî ye.

Ev du sal in ew li Dubaiyê dijî û dixebite.

Leys Mihemed îsal wekî modelekî beşdarî Hefteya Modayê ya Dubaiyê bû.

Hefteya Modayê ya Dubaiyê li cîhanê yek ji çalakiyên herî girîng ên modayê ye.

Leys Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku wî destpêkê dest bi perwerdeyan kiriye û ew beşdarî kursên fêrkirina modayê bûye.

Dîzaynerekî Libnanî xwediyê markeyeke cil û bergan e.

Wî dîzaynerî ji bo pêşandana dîzayn û berhemên xwe yên îsal Leys vexwendiye.

"Modelên Kurd gelekî kêm in"

Leys Mihemed li ser modelên Kurd jî axivî.

Wî diyar kir ku modelên Kurd gelekî kêm beşdarî çalakiyên modayê dibin.

Bi gotina Leyd wî ji ber vê yekê girîng dîtiye ku xwe bi pêş bixe û bibe modelekî cîhanî.

Xortê Kurd Leys Mihemed da zanîn ku ew niha li ser markaya xwe ya taybet dixebite.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst