Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Lilafixê îro li parêzgehaAntalyayê ya Tirkiyeyê Festîvala 12emîn a Lilafestê da destpêkirin.
Lilafix yek ji şirketên mezin ên kozmetîkê ye û navenda wê li Ameda Bakurê Kurdistanê ye û şirket li gelek bajaran xwediyê şax û nûnertiyan e.
Şirket niha berhemên xwe li Antalyayê nîşan dide.
Festîval dê heta 28ê mehê bidome û şirket vê çalakiyê zêdetir wekî "kêf û xweşiyekê" li dar dixe.
Emmarê ku xelkê Helebê ye û yek ji çavdêrên festîvalê ye ji Rûdawê re got:
"Em salane vê festîvalê li dar dixin. Ev 12 sal in ev festîval tê lidarxistin.
Nûnertiyên me li gelek welatên cîhanê hene. Mebesta me ji vê festîvalê hevdîtina bi mişteriyên me re ye lê di atmosferekê xweş û tijî çalakî de.
Bê guman ev yek vejeneke nû dide karê me û mişteriyên me jî."
Emmar li ser çalakiyên Lilafixê yên li welatê xwe jî axivî û got:
"Bê guman em bi tevahiya bazarên cîhanê re kar dikin.
Sûriye yek ji wan bazarên mezin ên cîhanê ye ku em pê re kar dikin.
Bê guman bazirganiya me bi wan re didome. Bi îzna Xwedê em dê di demeke nêzîk de li Sûriyeyê jî bi awayekî din derkevin pêş û gavên cuda biavêjin."
"Hem festîval e hem jî bêhnvedan e"
Festîval ji aliyê şirketa Lilafixê ve hatiye vekirin û li navçeya Belekê ya parêzgeha Antalyayê didome.
Li gorî plana ku şirketa Lilafixê amade kiriye, ev festîval wekî cejn û seyranekê tê lidarxistin.
Ji ber wê yekê li cihekî geştyarî tê lidarxistin.
Her wiha li gel festîvalê çalakiyên cuda yên werzişî û geştyarî jî tên kirin.
Serokê Şirketa Lilafixê Mehmet Cansiz jî ji Rûdawê re got:
"Em kiryar û mêhvanên navxwe û derveyî welêt ên Lilafestê di atmosfereke cejn, seyran û xweşiyê de kom dikin.
Em bi wan re diaxivin û guhdariya wan dikin. Paşê em li ser wê yekê diaxivin ku em dê di paşerojê de karibin çi bikin da ku em wan zêdetir razî bikin.
Wekî mînak em ji wan dipirsin, pêwîstiya we bi çi heye û em dikarin çi ji we re bikin?
Her wiha wekî bêhnvedaneke malbatî em li vir dema xwe derbas dikin."
Mehmet Cansiz derbarê berhemên îsal û nû yên şirketê jî got:
"Em her sal bi komek berhemên nû mişteriyên xwe pêşwazî dikin.
Ji ber ku em dizanin di vî serdemî de divê pêdiviyên mirovan bi leza herî zêde werin dabînkirin.
Me dema boyaxkirina porê daxist tenê 10 xulekan.
Wate me boyaxeke porê çêkiriye ku dema boyaxkirinê ji 30-40 xulekan dadixîne 10 xulekan."
"Xelk mijûl e û dema wan nîne"
Yek ji wan mijarên ku Mehmet Cansiz bal kişand ser, dema boyaxkirina porê ye.
Cansiz ragihand ku wan girîngiya demê ya ji bo mişteriyên xwe li ber çavan girtiye û got:
"Em dema çaverêkirinê bo dema herî kurt dadixînin. Çimkî xelk dema xwe dide karê rojane, xwendin û dibistanê, malbatê û gelek tiştên din.
Ji ber vê yekê zêde tehemula wan ji bo çaverêkirineke dirêj nîne.
Hûn bi xwe dizanin di medyaya civakî de leza derbaskirina mijarekê û vekirina mijareke nû bûye sê çirke.
Me jî dema çaverêkirinê ji 40 xulekan daxist 10 xulekan."
"Pakêtek ji bo min û hevjîna min"
Mehmet Cansiz behsa cudahiya navbera jin û mêran kir û di bersiva pirsa “Ma
berhemên we ji bo mêran jî hene?' de wiha axivî:
"Bê guman mêr li gorî jinan berhemên me ew qas zêde bi kar nayînin.
Hedefa me ya sereke jin in lê em mêran jî ji bîr nakin. Ew boyaxa ekspres a ku min behs kir, tu didî ser destê xwe û li porê xwe dixî.
Binêrin, min jî bi kar aniye. Piştî 10 xulekan bişo û here. Ev ji bo mêran berhemeke rizgarker e.
Belê em wan jî paşguh nakin."
Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî yê li Antalyayê, ew şirket berhemên xwe dişîne nêzîkî 50 welatan.
Şirketa kozmetîkê ya Lilafixê sala 2003yan li Herêma Pîşesaziyê ya Amedê hatiye damezirandin û niha li ser asta Ewropayê hilberînera herî mezin a boyaxa porê ye.
Ew şirket bi tenê ji sedî 48ê hinartina boyaxa porê ya Tirkiyeyê pêk tîne û berhemên xwe hinardeyî 55 welatan dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse