Lîla Kozmetîkê Festîvala 12emîn a Lîlafestê li dar xist

22 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Karmenda Lîla Kozmetîkê Zuhre Cerît / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Karmenda Lîla Kozmetîkê Zuhre Cerît / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Lîla Kozmetîk Festîvala Lîlafestê Antalya
A+ A-

Antalya (Rûdaw) - Şîrketa Lîla Kozmetîkê ku yek ji kompanyayên herî mezin ê hilberîna berhemên ciwankariyê ye, li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê Festîvala 12emîn a Lîlafestê li dar xist.

Navenda Lîla Kozmetîkê li Ameda Bakurê Kurdistanê ye û ev şîrket li gelek bajaran xwediyê şax û nûnertiyan e.

Kompanya Lîla Kozmetîkê li Antalyayê Festîvala 12emîn a Lîlafestê li dar xist ku berhemên xwe yên kozmetîkê bi taybetî boyaxa porê hinardeyî 55 welatan dike.

Lîla Kozmetîkê di vê festîvalê de, berhemeke xwe ya nû pêşan da ku dema boyaxkirina porê ji 40 deqîqeyan dadixîne kêmî 10 deqîqeyan.

Xwediyê kompanyayê diyar kir ku wan berhemek li gorî taybetmendiyên porê jinên Kurdistanê amade kiriye.

"Em hewl didin ku mêhvanên me demên xweş derbas bikin"

Karmenda Lîla Kozmetîkê Zuhre Cerîtê derbarê festîvalê got:

"Em îsal ji bo Festîvala 12emîn a Lîlafestê li hev kom bûne. Ji Tirkiye û ji derveyî Tirkiyeyê gelek kiryarên me hatine.

Festîvala me zêdetir wekî şahiyekê bi rê ve diçe.

Serê sibê futbol hebû, Survivor heye, em hewl didin ku mêhvanên me demên xweş derbas bikin."

Berhemên parastina porê

Karmenda din a Lîla Kozmetîkê Aleyan Afra Turkkanê jî anî got:

"Em bi berhemên xwe amadekariya havînê dikin.

Hûn dizanin havînê jin bi taybetî dikevin avê û pêwîst e ku porê xwe ji rojê jî biparêzin.

Loma me ji bo wan berhemên nû yên parastina porê amade kirine.

Em dê di vê festîvalê de berhemên xwe bidin nasandin."

Lîla Kozmetîk niha bûye markayeke cîhanî û li Herêma Kurdistanê û Îraqê jî xwediyê bazareke mezin e.

"Me li gorî porê jinên Kurdistanê berhem amade kirine"

Xwediyê Lîla Kozmetîkê Mehmet Cansiz jî qala xebatên xwe yên li Kurdistanê kir û got:

"Me li Herêma Kurdistanê nûnerekî gelekî bi hêz heye.

Dema me dest bi kar kir ji min re gotibû ez dê berhemê bigihînim gundan jî.

Bi rastî jî niha li Kurdistanê berhemên me li bajar û gundan tên firotin.

Hûn dizanin jinên Kurdistanê porê wan stûr e û zêde boyax dixwaze, me jî ji bo wan di yek berhemê de du pakêt amade kirin da ku karibin bi asanî porê xwe boyax bikin."

Di çarçoveya Festîvala Lîlafestê de, nêzîkî 600 birêvebirên kompanyayê, nûner û kiryar li Antalyayê civiyan.

Di festîvalê de gelek cureyên werziş û lîstikên cuda jî hatin lîstin.

Beşdara festîvalê Ahla Beautyê got, “Em ji Cezayîrê hatin, em hatine beşdarî Lîlafest Kozmetîkê bibin li gel markaya cîhanî ya Tirkî Lîla Mix.

Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku em balyozên wê markayê ne li Cezayîrê."

Beşdareke din a festîvalê Shaya Beautyê jî hestên xwe wiha anî zimên:

"Em şanaz in ku em li vir li Antalyayê nûnertiya markaya Tirkî Lîla Mix dikin, ez û Victoria, Ahlam, Ikram û Bekour."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst