Hewlêr (Rûdaw) - Stêrknasan, ‘sîstemeke rojê ya bêhempa’ ku ji 6 gerstrêrkan pêk tê dît.
Li gorî tê gotin, pergala rojê ya ku hatiye dîtin, bi qasî 100 salên leza ronahiyê ji cîhanê dûr e û bi milyaran salan e nehatiye guhertin.
Ev jî dihêle ku stêrnas lêkolînên berfirehtir bikin.
Stêrka li navenda sîstemê HD110067, bi salan e bala stêrknasan dikişand.
Li gorî nûçeya BBCyê, gerestêrkên ku di wê sîstemê de, hema bêje bi qasî hev mezin in.
Temenê gerestêrkan zêdetirî 12 milyar salan e lê tevî vê jî guherînên biçûk derbas kirine.
Ev jî ji bo lêkolîna wê derfeteke mezin e.
“Em tiştekî ku berî niha ti kesî nedîtiye, dibînin”
Rêvebirê lêkolînê endamê Zanîngeha Chicagoyê Dr. Rafael Luque, sîstema rojê ya ku nû hatiye dîtin wekî “sîstema rojê ya bêhempa” bi nav kir û got:
“Ev gerestêrk, ji bo çavdêriyê derfeteke girîng dide destê me. Ji ber ku destpêka wan ne kaotîk e û ji roja avabûnê ve neguherîne.”
Ji Zanîngeha Warwicka Brîtanyayê Dr. Marina Lafarga Magroyê jî got:
“Ev bi rastî jî me gelekî kelecan dike. Em tiştekî ku berî niha ti kesî nedîtiye, dibînin.”
Sîstema roja me di dema avabûnê de pêvajoyeke “tund û xirabker” derbas kiribû.
Dema çêbûna gerestêrkan de ew bi hev ketine, rêgehên xwe guhertine û ji ber vê sedemê jî tevî gerestêrkên mezin ên wekî Jupîter, Saturn, gerstêrkên biçûktir ên wekî Cîhana me jî ava bûne.
Pêvajoya çêbûna sîstema HD110067ê, hema bêje “bi temamî ji ya me cudatir bû.”

Gerestêrkên vê sîstemê, hema bêje hemû jî di heman mezinahiyê de ne û bi hev re hevdem tevdigerin.
Gerestêrka herî nêzîkî HD110067ê 3 caran li dorê dizivire, gerestêrka li pey wê 2 caran û ya 3yem jî carekê li dorê dizivire.
3 gerestêrkên mayî jî bi lezeke di rêjeya 4:3 de, bi hev re dizivirin.
Ev tevgerên tevlihev, bi serê xwe ewqasî rêkûpêk in ku stêrknasan ji bo her gerestêrkê notek û rîtmek diyar kirin ango ev tevger vegerandine muzîkê.
Hûn dikarin muzîka ku derketiye holê li vir guhdar bikin:
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse