Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariyeke tund da Îranê û got, "Eger hûn êriş bikin, em dê bi hêzeke ku heta niha nehatiye dîtin li we bidin."
Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.
Trump di peyama xwe de behsa metirsiya êrişeke nû ya Îranê kir û wiha got:
"Îranê ragihand ku ew dê îro gelekî dijwar lê bidin, ji hemû carên din dijwartir.
Lê baştir e ku vê yekê nekin. Çimkî eger bikin, em dê bi hêzeke ku heta niha ti carî nehatiye dîtin li wan bidin! Spas ji bo baldariya we!"
#GRAFÎK - Donald Trump gef li Îranê xwarin #Trump #Iran pic.twitter.com/jotDQVmofX
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 1, 2026
Amerîka û Îsraîl ji doh ve êrişî Îranê dikin û Îran jî bi mûşek û dronan êrişî Îsraîl û hinek baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn dike.
Di êrişên Îsraîl û Amerîkayê de Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind hatin kuştin.
Îranê piştî teqezbûna kuştina Xamineyî gefên xwe zêde kirine.
#GRAFÎK - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf: Dem dema tolhildanê ye#Trump #Iran pic.twitter.com/Ls8dqOKCQf
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 1, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse