Artêşa Îsraîlê lîsteya kuştiyan eşkere kir

1 demjimêr berê
Nîşan Amerîka Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Îsraîlê sibeha 28ê Sibatê bi awayekî hevaheng êrişeke nû û berfireh bir ser Îranê.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, di van êrişan de Wezîrê Parastinê yê Îranê û gelek rayedarên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê hatine kuştin.

Lîsteya rayedarên ku hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê nasnameya wan rayedarên Îranî eşkere kir ku di êrişan de hatine kuştin.

Li gorî artêşê, ev rayedar di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin:

Ezîz Nasirzade: Wezîrê Parastinê

Mihemed Şîrazî: Serokê Nivîsgeha Leşkerî ya Elî Xameneyî

Elî Şemxanî: Şêwirmendê Ewlehiyê yê Xameneyî û Sekreterê Konseya Parastinê

Mihemed Pakpûr: Fermandarê Hêzên Bejayî yê Supaya Pasdaran

Hisên Cebel Amîliyan: Serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniya Parastinê

Riza Muzeferîniya: Serokê Berê yê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniya Parastinê

Selah Esedî: Serokê Îstîxbarata Biryargeha "Xatemu'l Enbiya"

“Xezeba Destanî” û “Nirîna Şêr”

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ev êrişa hevpar wekî "Xezeba Destanî" (Operation Epic Fury) bi nav kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî daxuyaniyek da raya giştî ya welatê xwe û ev operasyon wekî "Nirîna Şêr" bi nav kir.

“Armanc tunekirina metirsiya hebûnî ye”

Benjamin Netanyahu di axaftina xwe de bal kişans ser armanca sereke ya operasyonê.

Netanyahu destnîşan kir ku armanca wan ew e ku "metirsiya li ser hebûnê" ya ku rejîma Îranê li ser Îsraîlê çêkiriye ji binî tune bikin.

Li gorî çavkaniyên Îsraîlê, vê operasyonê piştî amadehî û plankirineke çend mehan a bi Amerîkayê re dest pê kiriye.

Her wiha çavkaniyên Îsraîlî îdia dikin ku serdestiya qada asmanî ya Îranê bi temamî ketiye destê wan.

Heta niha rayedarên Tehranê li ser van ziyanên giran ti daxuyanî nedaye.

Ev nûçe û îdiayên kuştiyan heta niha ji aliyê Îranê ve nehatine piştrastkirin yan jî redkirin.

Donald Trump: Xamineyî mir

Li hêla din, Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Xamineyî, yek ji mirovên herî xerab ê dîrokê mir.”

Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê ragihand ku Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst