‘Eger were vegerandin dê bê îdamkirin’: Tirkiye dê çalakvanekî Rojhilat radestî Îranê bike

02-04-2024
Mehmed Salih Bedirxan
Nîşan Tirkiye Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di van demên dawî de gelek koçber û penaberên siyasî yên Rojhilatê Kurdistatanê û Îranê dema dixwazin biçin Ewropayê radestî Îranê tên kirin û metirsî li ser jiyana wan heye.

Çalakvanê mafê mirovan Bîjen Muradî jî ku dixwaze li gel hevjîna xwe ji Îranê derkeve û ji Tirkiyeyê derbasî Yûnaistanê bibe, ji aliyê Tirkiyeyê hat desteserkirin.

Niha metirsî heye ku Tirkiye Bîjen Muradî radestî Îranê bike.

Li gorî zanyariyan dibe ku li Îranê bi cezayê giran ê girtîgehê yan jî cezayê darvekirinê re rû bi rû bimîne.

Hevjîna Bijen Muradî Dilnyia Mewludzadeyê ji Rûdawê re axivî û xwest radestkirina hevserê were rawestandin.

Dilniya Mewludzade, diyar kir ku di meha Çiriya Pêşînê de dema wê û hevjînê xwe dixwest sînorê Tirkiyeyê derbas bikin û biçin Yûnanîstanê, polîsên Tirkiyê ew girtin û veguhestin kampa Edîrneyê.

Ji bo her duyan biryara dersînorkirinê hat dayîn.

Piştre jî ji bo mayîna Dilniya Mewludzadeyê li Tirkiyeyê serlêdan hat kirin.

 Lê rewşa hevjîna wî Moradî cuda bû.

Ji ber ku di proseduran de werger nehat, Muradî nekarî mafê xwe yê îtîrazê bi kar bîne û ji Edîrneyê sewqî kampa penaberan a bajarê Meletiyê hat kirin.

“Ez bang li civaka navneteweyî dikim”

Mewludzadeyê ji Rûdawê re ragihand, eger hevjînê wê Bîjan Moradî radestî Îranê were kirin, dê rastî îşkence û zindankirinê were û di metirsiyeke mezin de ye.

Mewludzadeyê herwiha diyar kir ku hevjînê wê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di karûbarên karkeran de kar kiriye û ji ber lêpirsînan ew ji Îranê derketine.

Mewludzadey got jî:

“Rewşa Bîjan Moradî gihiştiye asteke metirsîdar.

Divê saziyên sivîl ên navneteweyî û hikûmeta Tirkiyeyê ji bo berdana hevjînê wê zêdetir hewl bidin.

Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku eger Moradî were radestkirin dê rastî şkence û cezayên giran were.”

“Em hewl didin dîportkirina Muradî rawestînin”

Herwiha Parêzerê Bîjen Muradî jî ji Rûdawê re got:

“Em hewl didin dîportkirina Bîjen Muradî rawestînin.

Pêdaçûn û tekeziya me ya li ser dozê berdewam dike. 

Em îtraz dikin ji bo neyê dîportkirin.

Ez niha nikarim derbarê doza wî ne tiştekî erênî ne jî tiştekî neyînî ji we re bêjim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst