NY: Ji bo avakirina Xezeyê 40 milyar dolar pêwîst in

03-05-2024
RÛDAW
Xeze/Wêne: AP
Xeze/Wêne: AP
Nîşan Îsraîl Xeze Hemas Ebdulla Derdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku şer Xeze 40 salan bi paş xistiye û ji bo avakirina wê pêwîstî bi 40 milyar dolaran heye.

Şerê li Xezeyê yê di navbera Îsraîl û Hemasê de bênavber berdewan dike.

Pêşveçûna artêşa Îsraîlê ya ji navenda Xezeyê ber bi başûr ve berdewam e.

Rojane li Xezeyê zerer û wêraniya êriş û bombebaranan zêdetir dibin.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku jinûveavakirina Xezeyê çend deh salan dixwaze.

“Pêwîstî bi 30-40 milyar dolarî heye”

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ebdulla Derdarî got:

“Texmînên destpêkê yên Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo jinûveavakirina Xezeyê ji 30 milyar dolarî derbas dibe û dibe ku bigihêje 40 milyar dolarî.

Ji ber vê yekê girîng e ku em bilez tevbigerin da ku mirovan ji nû ve di xaniyên hêja de bihewînin û jiyana wan di warê aborî, civakî, tenduristî û perwerdeyê de normal bikin.”

Li gorî rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî, şerê Îsraîl û Hemasê ji sedî 30ê berhemên navxwe yên Xezeyê kêm kirine.

Herwiha ji sedî 70 avahiyan jî hilweşiyane an jî zerer gihiştiye wan.

Berpirsên Neteweyên Yekbûyî dibêjin, ew nabin parçeyek ji guherîna demografiyê ya Xezeyê.

“NY beşdarî koçberbûna Filistîniyan nabe”

Ebdulla Derdarî wiha pê de çû:

“Neteweyên Yekbûyî beşdarî koçberbûna Filistîniyan ji axa wan nake.

Her komelgeheke ku were çêkirin eger demkî be jî divê malên nîştecihên resen bin.

Kesekî xelkê bakurê Xezeyê divê li bakurê Xezeyê nîştecih be, yên din jî bi heman awayî bin.”

Gefa êrişa li Refahê

Di van demên dawî de Îsraîlê zêdetir tank û leşker birine ser sînorê Refahê.

Berpirsên wî welatî gefa destpêkirina operasyona Refahê dixwin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrişa li Refahê de anî ziman:

“Em ji bo siberoja xwe biparêzin, ji bo serkeftinê, li her cihekî pêwîst be em bi ser dijminên xwe de diçin, heta li Refahê jî.”

209 roj in şerê Îsraîl û Hemasê berdewam e.

Heta niha her du alî jî ne amade ne ku daxwaza agirbestê ji hev bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst