Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Kanzayî ya Urdinê Linda Ebadiyê ji Rûdawê re ragihand ku ew mehane 300 hezar bermîl petrola xav ji Îraqê bi 16 dolaran kêmtir ji bihayê cîhanî yê petrola brent dikirin.
Linda Ebadî li ser mijara petrolê ji Rûdawê re axivî û diyar kir:
“Kirîna petrola xav a ji Îraqê berdewam dike û ji bo ewlehiya enerjiya welatê me wekî çavkaniyeke girîng tê dîtin û ji sedî 7ê pêdiviyên me yên petrola xav pêk tîne.
Li gorî wê belgeya lihevtêgihiştinê ya ku di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Kanzayî de Gulana 2023yan hatiye îmzekirin, em rojane 10 hezar bermîlan ji Îraqê hawirde dikin.
Ew mîqdar li gorî rewşê ji sedî 15 kêm û zêde dibe û navîniya mehane 300 hezar bermîl e.
Biha li ser bingeha bihayê mehane yê petrola xav a brent tê danîn, bi kêmkirina 16 dolaran ji bo her bermîlê.
Ev daxistin jî ji bo tijekirina cudahiya kalîteyê û kirêya veguhastinê ye çimkî em mehane nîvê barê petrolê bi rêya tankerên Urdinî hawirde dikin."
Li gorî wan agahiyên ku Rûdawê ji Şirketa North Oilê ya Îraqê ve wergirtine, mehane di navbera 320 û 328 hezar bermîlan de petrol hinardeyî Urdinê tê kirin û tevahiya wê mîqdara petrolê jî ji embara nû ya petrola Kerkûkê bi rêya tankeran tê şandin.
Lîndayê amej bi projeyên mezintir jî kir û got, "Di paşerojê de projeyeke me ya mezintir bi Îraqê re heye.
Ew jî projeya boriya petrolê ye ku Besreyê bi Eqebeyê ve girê dide, rêyeke nû ya hinardekirinê ye û pêgeha Urdinê wekî deriyekî lojîstîk ê herêmî xurt dike."
Eqebe, li Urdinê yekane bajarê peravê ye û dikeve bakurrojhilatê Deryaya Sor, di navbera parzemînên Asya û Afrîkayê de.
“Hêla nû ya girêdana karebayê sala 2026an temam dibe”
Berdevka Wezareta Enerjiyê ya Urdinê li ser mijara karebayê jî ev agahî dan:
"Qonaxa yekem a hêla girêdana karebayê ya di navbera Stasyona Rîşeyê ya li Urdinê û herêma Rutbeyê ya li Îraqê de 30ê Adara 2024an bi voltaja 132 KV û şiyana 40 megawattan ket kar.
Karkirin berdewam dike û ji bo temamkirina karên girêdana Stansyona Rîşeyê ya bi Stasyona Qaîmê ve ku dirêjahiya hêlê 330 kîlometre ye û bi voltaja 400 KV ye.
Şiyana vê hêlê digihîje 150 heta 200 megawattan, tê pêşbînîkirin destpêka sala 2026an hêl bikeve kar.
Ji bilî rêkeftinên me yên bi Urdin û Tirkiyeyê re yên ji bo hilberîna enerjiya karebayê, di demeke nêzîk de jî rêkeftineke me ya stratejîk bi Siûdiyê re dibe û hemû karên rêkeftinê temam bûne û tenê dema ragihandina destpêkirina kar maye."
Niha Îraq zêdetirî 28 hezar û 100 megawatt kareba hildiberîne lê ji bo dabînkirina karebaya 24 demjimêrî pêdiviya wê bi 55,000 megawatt karebayê heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse