Kurd daxwaza parastina asmanî ji bo Rojava dikin

04-05-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Firoke Amerîka Tirkiyê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Kurdan  li ser çapemeniya civakî  dest bi kempîneyekê nû  kirine ku ew daxwaz dikin asemanê Rojavayê Kurdistanê ji bo firokeyan were qedexekirin.


Piştî êrişên esmanî yên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, kurdan bi rêya çapemeniya civakî kempîneyek dane dest pê kirin û di vê kampanyayê de kurd daxwazê ji cihanê  bi taybetî ji Amerîka û Encumena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî dikin ku esmanên Rojavayê Kurdistanê ji bo firokeyên şerî were qedexekirin.


Li ser daxwaza kurdan hikumeta Tirkiyê heta niha  bê helwest e.


Berdevkê hikumeta Tirkiyê Numan kurtulmuş, Wezîrê Karên Navxweyî  Suleyman Soylu û berpirsên  din yên hikumetê bi yek dengî dibêjin ew amade nîne li ser mijarê biaxivin.


Li aliyê din parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê tirk Ertugrul Kurkçu jî li ser pirsa Rûdawê bersiveke bêelaqe dide.


Tenê parlementerekî kurd ê HDP bersiva Rûdawê bi berferehî dide û helwesta partiya xwe aşkere dike.


 Parlementerê HDPê İmam Taşçîer ji Rûdawê re wiha got: “Temamê kurdan anko kurdên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava gereke ji bo kurdên rojava bigehin sîwaneke ewleh. Gereke hemû kar bikin û HDP jî di vê xebatê de rola xwe bistîne.”


Kampanya ku ji aliyê Kurdan ve hatiye destpêkirin di nava çend rojan de gehiştiye bi hizaran kesan û bi taybetî jî li ser facebbok û twîtirê rastî elaqeyekî mezin hatiye.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst