Şam (Rûdaw/Ajans) - Îsraîlê, îro serê sibehê çend navendên leşkerî û lêkolînan yên Sûriyê li Şamê kirine armanc.
Ajansa nûçeyên Sûriyê (Sana) di vê derbarê de wiha got: “Îsraîlê bi rokêtan êrişî navçeya Cemraya ya Şamê kir û navendeke lêkolînên zanistî kire armanc.”
Ew navend di rêbendanê de car din rastî êrişa Îsraîlê hatibû.
Medyaya fermî ya Sûriyê ew êriş wek `hewleke Îsraîlê ji bo alîkarîkirina grûbên teroristî (hêzên opoizysonê)` bi nav kir, lê heta niha negotiye ew êriş bi rêya balafiran re hatiye encamdan.
Li gor wê medyayê, gelek zirarên canî û madî di encama êrişê de ketine, lê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye eşkere kirin.
`Êrişê roketên Îranê yên ku di rê de bûn ji bo Hizbula kire armanc`
Ajansa Reutersê ji zarê çavkaniyeke îstixbarata rojava veguhast ku ew êrişa Îsraîlî roketên El-fatih ku Îran dixwest ji Hizbulaya Libnanê re bişîne, kire armanc.
Li aliyê din, opozisyona Sûriyê ragihand ku êriş li dijî Fîrqeya 4 ya artêşa rejîmê pêk hat ku bi fermandariya Mahir Esed birayê serokê Sûriyê Beşar Esed e.
Çalakvanên opozisyonê derbarê vê êrişê de diyar kirin ku balafirên Îsraîlê 3 êriş li dijî navenda lêkolînên leşkerî li navçeya Cemraya, navendeke avêtina rokêtan li navçeya Sebûra û navenda lîwaya 105 ya zêrevanên komarî li ser çiyayê Qasyûnê kirine armanc.
Komîteyên Hevrêzên Navxwe ya opozisyonê jî got: “Agirekî mezin girte navendên Fîrqeya 4ê li navçeya Qudseya ya li derdora Şamê. Herwiha çend teqînên mezin di avahiyên lîwaya 105 ya zêrevanên komarî de jî çê bûn.”
Çalakvanan herwiha gotin: “Hêzên ewlekariya rejîmê rêyên ku diçine nava taxa El-Malikî ku maleke Esed û piraniya balyozxaneyên biyanî li wirin, girtin û hêzên zêrevanên komarî jî li navçeyê belav bûne.”
Duh jî, Îsraîlê ragihand ku balafirên wan ên şer, êrişî baregehekî rokêtên pêşketî li Sûriyê ku ji bo Hizbula diçûn, kirin.
Hikûmeta Sûriyê heta niha li wê êrişê mukir nehatiye, lê Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê Umran El-Zuabî got ku desthilat lêkolînê derbarê wê bûyerê de dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse