Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê îlana "gund ji bo firotinê ye" bala gelek kesan kişand.
Li Gundê Kulunçê, ji bo axa ku berfirehiya wê 7 hezar û 500 donim e, milyarek û 500 milyon lîre tê xwestin.
Bûye taxeke Rihayê
Gundê Kulunçê niha wekî taxeke navenda Rihayê tê qebûlkirin.
Ev tax niha derketiye firotinê.
Bihayê vê taxê jî milyarek û 500 milyon lîre ye ku ew jî dike nêzîkî 30 milyon dolarî.
Xwediyê îlanê, erdê xwe bi sernavê "gund ji bo firotinê ye" parve kir.
Ji ber vê yekê, îlana wî di demeke kurt de belav bû û gihîşt ber destê bi hezaran kesan.
Li gorî zanyariyan, ev der berê qadeke çandiniyê bû.
Lê belê îro ji ber ku niştecihên gund bi temamî ji wê derê bar kiriye, ev gund xistine ber firotinê.



